Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Îranê Civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Îranê Civiyan

Dec 15, 2025 - 12:09
Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Îranê Civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Îranê Civiyan

Berî nîvroya îro Duşemî 15.12.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li rêzdar Mihemed Kazim Alî Sadiq, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê û şandeke pê re kir.

Di civînê de, peywendiyên Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û gotûbêjên di navbera wan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekez li ser xwesteka dualî kirin ji bo pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş, bi taybetî di warên aborî û bazirganî de.

Rewşa herêmê bi giştî û girîngiya parastina aramî û ewlehiyê, mijareke din a civînê bû ku rêzdar Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê jî amade bû.