Agahdarîyek ji Dîdara Hejar Mukriyanî

Dîdara Hejar Mukriyanî ya Duyemîn Wê Di Sibata 2026an de Bê Lidarxistin – Daxwaza Wêneyên Mamosta Hejar Kirin

Dec 15, 2025 - 09:25
Agahdarîyek ji Dîdara Hejar Mukriyanî
Dîdara Hejar Mukriyanî ya Duyemîn Wê Di Sibata 2026an de Bê Lidarxistin – Daxwaza Wêneyên Mamosta Hejar Kirin

Hewlêr – Kurdistan – Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partîya Demokrat a Kurdistanê ragihand ku ew amadekariyan dikin ji bo lidarxistina "Dîdara Hejar Mukriyanî" ya duyemîn di Sibata 2026an de, û ji welatiyan daxwaz kirin ku wêneyên mamosta Hejar Mukriyanî bişînin ji bo amadekirina albûmeke taybet.

Yekemîn Dîdara Hejar Mukriyanî, ku hevdem bi salvegera koça dawî ya mamosta Hejar Mukriyanî û Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê bû, roja Şemiyê 22ê Sibata 2025an li Hewlêrê bi sernavê "Hejar û Ziman" bi serkeftî hate lidarxistin. Di vê dîdarê de, gelek nivîskar, lêkolîner, zimanzan û mamostayên ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê beşdar bûn.

Di sê panelên zanistî de, mijarên girîng ên wekî "Zimanê Yekgirtî", "Ziman û Ferheng" û "Dîjîtalkirina Ziman û Zîrekîya Destkird" ji aliyê pisporên vê qadê ve hatin nîqaşkirin û gengeşekirin.

Wekî beşek ji çalakiyên dîdarê, pêşangehek wêneyan ya taybet a mamosta Hejar hatibû vekirin. Di pêşangehê de qonaxên jiyana wî yê şair, nivîskar, zimanzan, wergêr û têkoşer, ji zarokatiyê heya beşdarbûna wî di Komeleya JEKAF û Komara Kurdistanê de, jiyana wî ya sirgûnîyê li Bexdayê, pêwendîya wî bi Şoreşa Mezin a Eylûlê re, û herwiha koça wî ya dawî û veşartina wî li Goristana Bedax Sultanî ya Mehabadê, hatin pêşandan.

Di dîdara yekem de biryar hat dayîn ku ji bo dîdara duyemîn, ku wê di Sibata 2026an de pêk were, hemî wêneyên mamosta Hejar bêne komkirin û bi agahdariyên temam ên wekî nav û nasnameya kesên di wêneyan de, cih û dîroka kişandina her wêneyî, di nav albûmekê de bêne çapkirin.

Ji bo vê armancê, "Dîdara Hejar Mukriyanî" ji hemî welatî, nivîskar û Kurdistanîyên li hundir û derveyî welat daxwaz dike ku her wêneyekî mamosta Hejar ku di destê wan de heye, heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an, bi rêya e-maila didarihajarmukryani@gmail.com an jî hejmara WhatsAppê 00 964 750 445 8232 bişînin. Organîzator tekez kirin ku mafê her kesê ku bi yek wêneyekî jî beşdarî vê projeya neteweyî bibe, wê bê parastin û navê wî di rêza alîkarên amadekirina albûmê de wê bê nivîsandin.