Grûpeke Muzîka Kurdî Diçe Festîvaleke Navdewletî

Grûpa Muzîkê ya Derbendîxanê, ku ser bi Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Derbendîxanê ye, bi awayekî fermî, hatine vexwendin ji bo beşdarbûna di festîvala muzîkê ya cîhanî de li Tunisê, ku nûneratiya Herêma Kurdistanê dikin.

Aug 29, 2025 - 13:10
Grûpeke Muzîka Kurdî Diçe Festîvaleke Navdewletî

Grûpeke muzîkê ya Kurd, bi nûneratiya Herêma Kurdistanê di festîvaleke navdewletî ya welateke Afrîqayê de beşdar dibin.

Grûpa Muzîkê ya Derbendîxanê wekî nûnerê hunera Kurdî di festîvaleke muzîkê ya cîhanî de li welatê Tunisê beşdar dibe û wekî yekane grûpa muzîkê ya Kurdî li gel neteweyên din muzîka Kurdî di festîvalê de pêşkêş dikin.

Grûpa Muzîkê ya Derbendîxanê, ku ser bi Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Derbendîxanê ye, bi awayekî fermî, hatine vexwendin ji bo beşdarbûna di festîvala muzîkê ya cîhanî de li Tunisê, ku nûneratiya Herêma Kurdistanê dikin.

Li bajarê Tobrûqa welatê Tunisê berdewam dibe; li wir çendîn grûpên hunerî yên welatên cîhanê beşdar dibin û her neteweyek huner û muzîk û strana xwe pêşan dide, grûpa muzîkê ya Derbendîxanê jî, nûneratiya Herêma Kurdistanê dikin û awaz û muzîka Kurdî, pêşkêşî gelên cîhanê dikin; armanca sereke jî ji birêveçûna wê festîvalê, naskirina huner û çanda gelan e ku çanda neteweyên cuda bi cîhanê û awaz û muzîka wan dide nasîn.

Mihemed Ladê – Hewlêr