Fîlma Erd Zehmet û Esman Dûr Dê Di Demeke Nêzîk de Bê Nîşandan

Fîlm behsa rewşeke nebaş û tijî tengasiyê dike, behsa zilamekî 60 salî dike ku tûşî nexweşiyeke derûnî bûye û herdem xewnên nebaş dibîne, her tişt jî weke tiştekî xerab di jiyana wî de xuya dike. Dr. Mensûr Teyfûrî û derhêner bi hev re senaryoya wê nivîsîne.

Aug 29, 2025 - 13:31
Aug 29, 2025 - 13:35
Fîlma Erd Zehmet û Esman Dûr Dê Di Demeke Nêzîk de Bê Nîşandan
Fîlma Erd Zehmet û Esman Dûr

Demeke dirêj e li ser torên civakî reklamên berbelav ji bo fîlmekê têne kirin ku her kes wekî karekî mezin bi nav dike. Fîlma "Erd Zehmet û Esman Dûr" biryar e meha pêş de li sînemayên Silêmaniyê bê nîşandan.

Fîlm behsa rewşeke nebaş û tijî tengasiyê dike, behsa zilamekî 60 salî dike ku tûşî nexweşiyeke derûnî bûye û herdem xewnên nebaş dibîne, her tişt jî weke tiştekî xerab di jiyana wî de xuya dike. Dr. Mensûr Teyfûrî û derhêner bi hev re senaryoya wê nivîsîne.

Hewraz Mihemed derhênerê fîlmê ji bo "Wişe" got, di roja 10ê Îlonê de fîlm dê yekem nîşandana xwe li Silêmaniyê bike, paşê dê bibe bajarên din ên Herêma Kurdistanê.

Li gorî gotinên derhênerê fîlmê, qehremanên sereke yên fîlmê ji hunermendên "Bextiyar Pencêyî, Meryem Bûbanî, Ejdêr Sazgar, Dîmen Zendî" û bi beşdariya çendîn aktorên din pêk bên.

Soran Ezîz