Li Ser MİŞÛR'an
Li Ser MİŞÛR'an
- Hevpeyvîn -2 bi Soreş Reşî ra -
... Reşî û êlên girêdayî wan berê Êzidî bûn, lê di heman demê de ew "Sersor-Elewî" ne jî ...
Uskê Cîmîk
- Hûn derbarê mişûrên Pîran (pîrên Êzidiyan) de çi difikirin?
- Li ser mişûran agahiya min a zêde nîne. Bi saya weşanên te ez pê hesiyam û fêr bûm. Spasiya hemû kesên ked dane dikim ku ew belge bi me dane qezenckirin.
Divê ew mesele ji lêkolîner û pîrên Êzidiyan bê pirsîn, hîn çêtir e. Kesekî wekî rêzdar Nivîskar Kemal Tolan dikare rastiya wê ji me re şîrove bike û em jî fêr bibin.
Lê nivîsên bi vî rengî di dîrokê de hene. Wekî mînak; cîranên me Sûryanî, gelek geştname mîna ya Ebû'l Farac nivîsandine û tê de gelek qala Kurdan tê kirin. Beşek ji wan hatine belavkirin, lê baweriya min bi tercûmeyên hatine kirin nîne. Heta min bihîstiye ku cihên bi Kurdan re têkildar hatine guhartin an jî ji tercûmeyê hatine derxistin.
- Di Mişûra Pir Sînî Bahrî / Pir Sînî Dârânî de nîşandana dîroka 1207–1208an bi dîtina we çima krîtîk e? Gelo ev dîrok ji bo aşîretên Kurd û bi taybetî ji bo Reşîyan çi girîngiyê hildigire?
- Bêguman her belge ji bo me xwedî girîngî ye. Lewra belgeyên li ser me hatine amadekirin, ji aliyê dagirkeran ve hemû hatine komkirin an jî îmhakirin. Li ser wê babetê dikarim du mînakên ku ez pê dizanim bidim:
Li gundê Çawdarli yê Aksarayê, belgeyek li cem Qerê Şamez hebûye ku tê de qala êlên Sewêdî dihat kirin. Bi zimanê farisî yan jî erebî bûye. Ji Stenbolê du kes ji aliyê dewletê ve tên şandin û wê belgeyê dibin.
Ya din jî li gundê Omê (Gordoğlu) qewimî. Ji aşîreta Milî, Mamê Rawê (Ozgür) ji bin erdê gelek peyker, nivîs, sînî û pere derdixistin. Pêşiya mala wî îro jî wekî muzeyeke servekirî ye. Lê dewletê zilamên xwe şandin, du kevirên bi zimanê Hîtîtî birin. Bi vê yekê dixwazin ku em dîroka xwe bi belgeyan îspat nekin an jî hewildanên me bikin "Tirkmenî" û bi ser bikevin.
Ji ber wê yekê, ew belgeya dawî ya ku we derxistiye pir girîng e. Ji aliyê din ve, yek ji pirsgirêkên dîroka me ev e ku em hîna jî nikarin sal bi sal dîroka xwe bişopînin; yanî em dikarin hinek serdeman bizanibin, lê ew zincîr qetiyaye.
- Bi pirsa te re girêdayî, girîngiya sala 1207an çi ye? Ez tam nizanim ku ew "Reşî" ne an "Reşkotan" in?
- Têkilî û nêzîkatiya her duyan bi hev re jî em niha nizanin; heye an na? Beşek ji dîroka Reşî dibêje ku ew di salên 900î de ji Mûsil û Şarezorê hatine dûrxistin. Bi artêşa xelîfe re 7 caran şer dikin û di dawiyê de têk diçin û vedikişin bakur. Di wê serdemê de ew di nava zenda Mahmûdiyan de xuya dikin.
Wê demê pir balkêş e ku li pêş navên wan "Pîr" hebûye û Mîrgeha Mahmûdî damezirandine. Ji herêma Hekariyê derbasî Xerpûtê (Elazığ) bûne. Tenê ew jî ne; - Sewêdî
- Delikî
- Beranî
- Sêvikan û gelekên din jî di nav Mahmûdiyan de ne
Di sala 951ê de em wan di nav dewleta Şedadî-Rewadî de dibînin. Di sala 1510an de (hinek çavkanî dibêjin 1250) li Heskîfê mîrgeha "Melikan" heye û ew ji koka Eyûbiyan e. Girîngiya sala 1207an ew e ku Eyûbî hîna li ser hikûm in. Êlên ku îro li Anatolya Navîn in, beşek ji wan leşkerên Selahedîn bûn ku her du jî ji kokekê ne.
Em nizanin çend êlên me tevlî bûn û heta kîngê di nav de man?
Di nav yên Heskîfê de
-Reşan,
- Aştî,
- Mihalbî,
- Mehranî,
- Beşnevî,
- Şikak,
- Ustirkî,
- Kurdulî,
- Keşkî,
- Celikî,
- Hendekî,
- Sohanî,
- Bediyan û Zirkî hene.
Heta salên 1539an ew li dora Kahta, Samsat û Meletiyê ne. Lê di navbera van dîrokan de ez nizanim ew li ku bûn û çi dikirin.
Dîrokeke gelek tevlihev e. Lêkolînên kûr dixwaze.
Tê zanîn ku di sala 985an de bingeha dewleta Merwanî hatiye danîn; kurê Dostik, Bad (Baz) ji êla Çarboxtî bû û serokê mîrgehê bû. Tê îdiakirin ku hêza wan a şerker Reşî bûne. Lê ev agahî hîna li benda lêkolînê ye
Di lêkolînan de ez gihîştim wê qenaatê ku Reşî û êlên girêdayî wan berê Êzidî bûn, lê di heman demê de ew "Sersor-Elewî" ne jî.
Em hîna tam nizanin kîngê bûn Êzidî an kîngê bûn Sersor? Xeta di navberê de çi ye? Berê Êzidî bûn û paşê bûn Sersor? An berovajî?
- Di mişûr de aşîreta Reşan bi navê "hemû aşîret" derbas dibe. Di heman mişûr de wekî şaxên wê yên jêrîn "Reşikî" û "Reşikan" jî derbas dibin. Wekî dîroknasek, hûn vê yekê çawa dinirxînin?
- Di hinek çavkaniyan de, wekî mînak di nava Mahmûdiyan de "Reşwanî" û "Rêşwanî" du caran derbas dibin; sedema wê çi ye em nizanin. Lê bi qasî ez dizanim Reşî her dem wekî "zend" (konfederasyon) tevgeriyane.
Li dora Semsûrê êlên girêdayî wan 16 ne; li Anatoliya Navîn 12 ne. Hejmara 12an girîng e. Lewra li deriyê Yazilikayayê, perestgeha Hîtîtan heye û li ser dîwar dozdeh (12) xwedawendên ku dar-ço di destê wan de ne hene. Ev wekî hev in; yezdanên çi ne û navên wan çi ne, nayê zanîn. Lê divê hejmara 12an girîng be; piştre ew ê li Anatolyayê bawerî bi 12 Xwedawendên Olymposê bînin; Îsa bi 12 hawariyên xwe ola xwe belav kir; 12 îmam di nav me de cihekî girîng digirin. Dîsa 12 bajar-dewletên Hîtîtan hene. Gelo ew êl-dewlet bûn?
Li Xorasanê Reşî wekî êl hene, yanî ne zend in. Di belgeyên Osmaniyan de 44 êl in, lê ew ne rast e. Bi dîtina min, piranî wekî zend tevgeriyane. Ji bo ku xwe biparêzin neçarî vê yekê bûn.
Di wê belgeya Mişûr de, navên ku di bin sîwana Reşiyan de xuya dikin, pêwîst e baş bên analîzkirin; gelo ew êl in an malbat in?