Hewlêr Yek ji Bajarên Pêşeng ên Geştyarî yê Asyayê ye
Hewlêr Yek ji Bajarên Pêşeng ên Geştyarî yê Asyayê ye
Kovareke geştyarî ya Amerîkî, bajarê Hewlêrê di rêza yekemîn a bajarên Asyayê de destnîşan kiriye ku geştyar di sala 2026an de serdana wê bikin. Ji bo vê jî, wê pişta xwe bi tecrûbe û nerînên wan geştyarên biyanî girtiye ku di salên borî de serdana paytexta Herêma Kurdistanê kirine.
Îbrahîm Ebdulmecîd, Peyvdarê Desteya Geştyarî ya Herêma Kurdistanê, ji bo (Gilkend) dibêje, destnîşankirina Hewlêrê ji aliyê kovarê ve li ser bingeha çend pîvanan e, bi taybetî jî aramî û asayîşa bajêr.
Kovarê diyar kiriye ku li herêmeke tijî alozî, bajarekî herî aram heye ji bo geştyaran ku dikarin serdana wê bikin, ew jî Hewlêr e. Herwiha nivîsandiye ku Hewlêr têkeliya bêhempa ya şaristaniya dîrokî ya kevnar û jiyana nûjen e. Avahiyên bilind û pêşketina veberhênanê di hemû sektoran de xaleke din e ku kovarê amaje pê kiriye, ligel hebûna gelek markayên cîhanî yên kafê, restorant û otêlan. Ji hemûyan girîngtir jî nerîn û dilxweşiya wan geştyarên biyanî ye ku salên berê serdana Hewlêrê kirine. Ligel van, kovarê behsa damezrandina "Visit Kurdistan" jî kiriye ku li ser bazarîkirina geştyariyê û rêberiya geştyaran li Kurdistanê kar dike.
Di rêzbendiya bajaran de, ku di kovarê de hatiye, Hewlêr li pêş bajarên geştyarî yên Endenûsya, Hindistan, Japonya û Koreya Başûr ketiye. Îbrahîm Ebdulmecîd dibêje, girîngîdana bi sektora geştyariyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tenê di çarçoveya plan û stratejiyan de nemaye, belku di qada rastîn de reng daye û bûye sedema cûrbecûrkirina çavkaniyên dahatê.
Peyvdarê Desteya Geştyariyê behsa feydeya raporta kovara (Condé Nast Traveler) ya Amerîkî dike, ku li Ewropa û Asyayê belav dibe û taybet e bi destnîşankirina cihên geştyarî yên hêja ji bo geştyaran li seranserê cîhanê. Ew pêşbînî dike ku di salên pêş de bibe sedema balkişandina geştyarên biyanî zêdetir ser Hewlêrê, herwiha dê bibe teşwîqeke baş ji bo sermayedarên navxweyî û biyanî ku veberhênanên zêdetir di sektora geştyariyê de bikin. Bi vî awayî, bi rêya xebitandina sermayeyên wan dê derfetên kar zêdetir ji bo niştecîhên Hewlêrê peyda bibin û aboriya bajêr zêdetir geş bibe.
Ev di demekê de ye ku meha borî Komeleya Nivîskarên Navneteweyî yên Geştyarî ji Brîtanyayê, zincîre projeyên Rêçikên Çiyayê Zagros wekî baştirîn projeya geştyarî li ser asta cîhanê destnîşan kir, ku dirêjahiya wê 36 kîlometre ye ji nahiyeya Dînarte dest pê dike heya ku digihîje binê Helgurdê, ku piraniya wê dikeve sînorê parêzgeha Hewlêrê.
Di meha Sibata îsal de jî, bi beşdariya 150 lîstikvanên profesyonel li sînorê qezaya Çomanê lîstika xelîskînê ya ser berfê hat lidarxistin. Biryar e ji bo zivistana 2026an lîstik bêne berfirehkirin, wekî serpêhatiyên mezin û pêşbirkên lîstikên otomobîl û motorsîkletan, peraglider û xelîskînê û kampên mayîna şevê di nav berfê de.
Li gorî agahiyên Desteya Geştyarî ya Herêma Kurdistanê, ji bilî cihên dîrokî, li Hewlêrê 1690 navendên geştyarî bi hemû cureyên xwe ve hene, ligel 280 otêl, 95 motel û 765 kafeterya û restorantên geştyarî. Ji vê hejmarê 22 otêl pênc stêrk û brand in, 30 restorant û kafê jî yên hêja ne. Herwiha di pênc salên borî de 80 projeyên geştyarî bi nirxê heft milyar û 500 milyon dolar ji aliyê veberhênerên navxweyî û biyanî ve li Hewlêrê hatine cîbicîkirin.
Hejar Mecîd