Hunermendê Kurd Pêşangeha Nasnameyên Gerok Li Potsdamê Vedike

Hunermendê Kurd Pêşangeha Nasnameyên Gerok Li Potsdamê Vedike

Oct 3, 2025 - 13:56
Hunermendê Kurd Pêşangeha Nasnameyên Gerok Li Potsdamê Vedike
Hunermendê Kurd Pêşangeha Nasnameyên Gerok Li Potsdamê Vedike

Potsdam - Almanya: Hunermendê Kurd Xidir Abdulkerîm (Kheder Abdulkarim), niştecihê Berlîn û Brandenburgê, pêşangeha xwe ya taybet û şexsî ya bi navê "Nasnameyên Gerok" li bajarê Potsdamê, Almanya, vedike. Vexwendnameya pêşangehê de ku hatiye belavkirin û ragihandin, pêşangeh dê di 9ê Cotmeha 2025an de, saet di 17:00an de, bi merasîmeke vekirinê dest pê bike.

şangeh dê li "Haus der Begegnung" (Mala Hevdîtinê) li Potsdamê cih bigire û dê rêze berhemên hunerî yên Xidir Abdulkerîm pêşkêş bike. Hunermend di berhemên xwe de li ser mijarên wekî nasname, bîranîn û koçberiyê disekine, û çawayiya têkiliyên wan ên mirovî û çandî bi awayekî hunerî nîşan dide.

Xidir Abdulkerîm di vexwendnameya xwe de destnîşan kir ku ew ê bi hatina heval û kesên eleqedar pir kêfxweş bibe, lê belê destnîşan kir ku vexwendin tenê ji bo agahdarkirinê ye û kes ne mecbûr e ku beşdar bibe ger berpirsiyarî an girêbestên wî hebin.

şangeha "Nasnameyên Gerok" dê piştî vekirina xwe ya di 9ê Cotmeha 2025an de, heta 20ê Sibata 2026an ji bo ziyaretvanan vekirî bimîne. Hunermend hêvî dike ku bi vê pêşangehê re, diyaloga hunerî û çandî dewlemendtir bibe.