Kurdên Îsraîlê Festîvala Xwarin û Muzîka Kurdî Li Dardixin

Festîvala 'Aga Kurdî' ya Xwarin û Muzîka Kurdî li Afulayê Tê Lidarxistin, Kerem Bikin Em Li Benda We Ne

Oct 3, 2025 - 13:42
Kurdên Îsraîlê Festîvala Xwarin û Muzîka Kurdî Li Dardixin
Festîvala 'Aga Kurdî' ya Xwarin û Muzîka Kurdî li Afulayê Tê Lidarxistin, Kerem Bikin Em Li Benda We Ne

Afula - Îsraîl: Di 9ê Cotmehê de, roja Pêncşemê, li Parka Şaredariyê ya Afulayê, festîvaleke taybet û rengîn a xwarin û muzîka Kurdî bi navê 'Aga Kurdî' dihête li darxistin. Ev êvara çandî ya tije folklora Kurdî, di çarçoveya rojên betlaneya Sukotê de pêktê û ji aliyê gel ve her sal eleqeyeke mezin dibîne.

Festîval, ku ji saet 17:00an pê ve dest pê dike, armanc dike ku kevneşopiyên dewlemend ên muzîk û çêj û tamên xwarina Kurdî bîne cem hev û wan bi raya giştî re parve bike.

Muzîk û Govendên Coşdar:

Bernameya muzîkê ya festîvalê bi beşdarbûna hunermendên navdar zengîn dibe:

Saet 17:30: Hunermend Ronan Yona, bi koma xwe ya bi navê Zarona, bi govendên Kurdî yên coşdar û awazên resen atmosfera festîvalê dê germ bike.

Saet 20:00: Li ser sehneya sereke, hunermend Yishai Saidof û koma wî dê derkevin û konsereke xweş pêşkêş bikin.

Saet 21:00: Dawiya êvarê, hunermendê navdar Itzik Kala bi performanseke taybet festîval mor bike.

Sifreya Kurdên Îsraîlê Jî Wekî Yê Kurdistanê Vekiriye û Bi Berekete

Kerem Bikin Çêj û Tamên Xwarinên Kurdî:

Herwiha, beşeke girîng a festîvalê ji xwarinên kevneşopî yên Kurdî re tê veqetandin. Amadekar û Organîzatoran berî festîvalê bang li firoşkarên xwarinên kevneşopî yên Kurdî kirin ku bi lîsansa karsaziyê û pejirandina kaşrûtê (halal) beşdar bibin, da ku mêvan karibin tamên cûrbecûr ên pêjgeh û xwarinên Kurdî biceribînin.

Ev festîval, ku ji aliyê navenda çandî 'HaAnhal' ve tê organîzekirin û ketina wê bêpere ye, ji bo hemûyan vekirî ye û roleke girîng di pêşxistina çand û hunera Kurdî li herêmê de dilîze.