106 Kurdên Ewropa Beşdarî Kampa Pêşxistina Mirovî Bûn

106 Ciwanên Kurdên Ewropayê Li Kurdistanê Beşdariyê Li Kampa Pêşxistina Mirovî Bûn

Oct 3, 2025 - 15:33
106 Kurdên Ewropa Beşdarî Kampa Pêşxistina Mirovî Bûn
106 Ciwanên Kurdên Ewropayê Li Kurdistanê Beşdariyê Li Kampa Pêşxistina Mirovî Bûn

Hewlêr - Kurdistan – Di berdewamiya çalakiyên girîng ên Kampa Pêşxistina Mirovî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de, bi hevahengiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Federasyona Ciwanên Ewropayê, û di bin çavdêriya Baregeha Barzanî û Dîska Revenda Kurdistanî ya li Baregeha Barzanî de, rojeke dîrokî li Kurdistanê hat tomar kirin. Roja 2ê Cotmeha 2025an, kampeke taybet ji bo 106 ciwanên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê ku li derveyî welat dijîn, li gundê Avdalan ê devera Barzan bi merasîmeke taybet hate vekirin.

Ev kamp, ku heft rojan dirêj bike, di çarçoveya bernameyeke tije de hatiye amadekirin. Ciwanên beşdar dê di vê gerê de serdana deverên dîrokî, çandî û geştyarî yên Herêma Kurdistanê bikin. Di nav bernameya wan de, serdanên li deverên wekî Barzan, Soran, Laliş (ku ji bo Êzidiyan cihê pîroz e), Elqûş, û gelek herêmên din ên dewlemend bi dîrok û çandê hene. Herweha, ji bo ku ciwan bi avahî û sîstema Herêma Kurdistanê nas bikin, ew ê serdana saziyên hikûmî yên girîng ên wekî Parlamentoya Kurdistanê û Encumena Wezîran jî bikin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi hevahengiya Baregeha Barzanî û Dîska Revenda Kurdî ya li Baregeha Barzanî, serperiştiya vê gera berfireh û giring dikin. Armanca sereke ya vê geşt û gerê ew e ku ciwanên Kurd ên diyasporayê bi kûrahî bi welatê xwe, çanda xwe, dîroka xwe û pêşketinên Herêma Kurdistanê nas bikin. Ev inîsîyatîf hewl dide ku girêdana ciwanan bi kokên wan re xurt bike û nasnameya wan a neteweyî di navbera nifşên nû yên Kurdên li derveyî welat de zindî bihêle.