Musa Ehmed: Hewl didîn projeya perwerdeyê ji bilî li azîzan hemû malbateke Kurdistanê li xwe bigre

Musa Ehmed li hevpeyvîneke kanala asmanî ya Ava Media: Hewl didîn projeya perwerdeyê ji bilî li azîzan hemû malbateke Kurdistanê li xwe bigre

Jul 16, 2025 - 14:12
Jul 29, 2025 - 14:33
Musa Ehmed: Hewl didîn projeya perwerdeyê ji bilî li azîzan hemû malbateke Kurdistanê li xwe bigre

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ”Projeya Perwerdeya Azîzan” ragihand û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hevpeyvîneke taybet da di gel kanala asmanî ya (AVA Media) tekez li wê yekê kir ku li rûyê perwedeyê ve karên zêdetir ji bo azîzan (zarokên sêwî) û malbatên wan dikin û hewl didin projeyê ji bo hemû malbateke Kurdistanê jî veguhezin.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li Hewlêrê bi fermî “Projeya Perwerdeya Azîzan” ragihand û kanala asmanî ya (AVA Media), li rêkefta 16\07\2025 li hevpeyvîneke taybet da di gel Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, zêdetir projeyê gotûbêj kirin. Serokê  Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di destpêkê de li bersîva pirsiyara pêşkêşkarê bernameya Ava medya de, balkişand li ser projeya azîzan (zarokên sêwî) bi giştî û bi “projeyeke xweşik û bi bandor” bi nav kir û got: “Ev proje li sala 2012 bi amadebûn û serpereştiya cenabê kak Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatiye ragihandin”.
Wekî ku Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behs kir, li hemû parêzgehên Kurdistanê navçeyên veqetandiyên Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Iraqê û her wiha li perçeyên dinê Kurdistanê li Efrînê jî” jimareyek ji zarokên azîz ji vê projeyê sûdmend dibin ku bi giştî zêdetirê 16 hezar zarokên azîzin.

Musa Ehmed, tekez li wê yekê kir ku projeya azîzan, projeyek bûye ku derfetan ava kiriye. Ji bo wê yekê ku jiyanek bi ber wan malbatan de bide. Her wiha rêgir bûye ku ew zarok dev ji xwendinê berdin. Di derbarê projeya perwerdeya azîzan jî got: “Raste projeya azîzan derfeteke baş li rûyê maddî ve ji bo azîzan rexsandiye, lê belê me bîr û fikra wê yekê kiriye ku gelek girînge li rûyê perwerdeyê ve jî karên zêdetir ji bo wan zarokan û malbatên wan bikîn”.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, pêdagiriyê li ser ewe kir ku babeta perwerde, gelek girîng û fireh rehend û hestiyare, ji bo wê yekê hewl dane li rêya projeyên perwerdeya azîzan kar li ser ewe bikin ku ew zarok û malbatên wan hestê evînî ya niştiman û pêkvejiyanê û jîngehparêzî û mirovayetiyê zêdetir tam bikin. Ewe jî xisterû ku li app a azîzan, li warê tendirustî û derûndirustiyê jî li xwe digre. Proje li vê demê de wekî test hatiye bi cîh kirin û gelek serkeftî bûye. Ewe jî xisterû ku bi hemahengî di gel Wezareta Perwerde û aliyên peywendîdar, hewl didîn di demeke nêzîk de, projeyê veguhezîn li nava hemû malek û tenê li tixûbê azîzan da teng nebê.