Cizîra Botan.. Wêneyên kesatiyên navdar ên Kurd li ser dîwarê şaredariyê hatine xêzkirin
Wêneyên kesatiyên navdar ên dîrokî yên çand û hunera kurdî li ser dîwarê şaredariyê hatine xêzkirin, ku ji aliyê wênesaz Besna Acû û Mehmet Aydin ve hatine çêkirin.

Wêneyên kesatiyên navdar ên dîrokî yên çand û hunera kurdî li ser dîwarê şaredariyê hatine xêzkirin, ku ji aliyê wênesaz Besna Acû û Mehmet Aydin ve hatine çêkirin.
Wênesaz Besna Acû û Mehmet Aydin wêneyên kesatiyên navdar ên dîrokî yên çand û hunera kurdî li ser dîwarê Şaredariya Cizîra Botan xêz kirin.
Hevserokê Şaredariya Cizîra Botan Abdurahîm Dûrmûş di vî warî de got, “Em wek berpirsiyariyekê dibînin ku xwedî li mîrata dewlemend a vê axê derbikevin ku gelek zanyar, dengbêj, muzîkjen û helbestkar ji vê axê derketine.”
Dûrmûş got ku, armanca me ew e ku em hem xwedî li nirxên xwe derbikevin hem jî bi nifşên nû jî bidin nasîn.
Wêneyên ku hatine xêzkirin ên van kesatiyan in; MihemedArifê Cizîrî, Celadet Alî Bedirxan, Hesenê Cizîrî, Melayê Cizîrî, Meryemxan, Eyşeşan, Mihemed Şêxo, Mehmed Ûzûn, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Susika Simo, Cigerxwîn, Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî û Ejderê Dûserî yê Botanê.
Kurdistan 24