BCF elektrika enerjiya rojê ji bo xwendingehên Kurdistanê dabîn dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li dabînkirina karebaya ji bo xwendingehan li rêya uzeya rojê de berdewam dibe

Jul 28, 2025 - 13:47
Jul 29, 2025 - 13:48
BCF elektrika enerjiya rojê ji bo xwendingehên Kurdistanê dabîn dike

Bi amadebûna Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Wezîrê Perwerde, Parêzgerê Dihokê û hejmarek ji medyakaran, projeya dabînkirina kareba (Li rêya uze û enerjiya rojê) ji bo 10 xwendingehên li tixûbê parêzgeha Dihokê ragihand.

Bi amadebûna Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Dr. Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Elî Teter Parêzgerê Dihokê û jimareyek ji kesayetiyên hikûmî û nehikûmî û medyakaran, li rêkefta 28\07\2025 û li kongreyeke medyayî ku li Dihokê birêveçû, projeya dabînkirina kareba (li rêya uze û enerjiya rojê) ji bo 10 xwendingehên li tixûbê parêzgeha Dihokê ragihand û projeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî di gel dezgehên (LDS) ya Amerîkî û (The Stirling Foundation) ya Amerîkî ve tê bi cîh kirin.

Di destpêkê de Dr Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gelek waran de palpiştê Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Ewe jî li çend xalan da bi kurtî behs kir: “yekem, dehan avahiyên xwendingehan li bajar û bajarokan ava kiriye û pêşkêşî kerta hikûmî kiriye. Duyem sedan xwendingehên li nav Herêma Kurdistanê û li navçeyên Kurdistaniyên derveyê Herêma Kurdistanê û bi taybetî li nav Kerkûkê jî nûjen kirine. Sêyem Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sedan jûrên xwendinê yên nû ji bo xwendingehan ava kirine ku her sala par (2024) 140 jûr hatine ava kirin ku beşa herî zêde li Germiyanê bûne. Çarem, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roleke girîng li helmeta vegerandina ji bo xwendinê de hebûye ku heta niha me kariye 33 hezar û 324 xwendekaran vegerînîn ser xwendinê ku hevbeşê me yê serekî jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye”.

Wezîrê Perwerdeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, eve jî xisterû ku ji bo duyemîn care Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî “Di kerta perwerde ya li Herêma Kurdistanê de li 25 xwendingehên li parêzgehên Helebce, Hewlêr û Dihokê ku uze û enerjiya rojê ji bo wan dabîn dike û sala par jî 10 xwendingehan karebaya li rêya uzeya rojê ji bo wan dabîn kiriye. Bi vê yekê jî bi giştî li 35 xwendingehan encam dane”. Wekî ku behs kir bi vê yekê jî ku Wezareta Perwerde encam daye, heta niha li Herêma Kurdistanê 120 xwendingehan li rêya uzeya rojê kareba ji bo wan hatine dabîn kirin.

Dr. Alan Heme Seîd, li dawî ya axaftina xwe de, ji bilî wê yekê ku spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û tîmên beşdarên vê projeyê kir, tekez li ser wê yekê jî kir ku li vê projeyê de fireh pêkhateyî li ber çavan hatiye girtin û destnîşan kirina xwendingehan ya ji bo dabînkirina uzeya kareba li rêya rojê, tenê taybet bi xwendingehên zimanê Kurdî nîne, mînak jî wê yekê da ku ragihandina projeyê li xwendingeheke Suryanî bûye û projeyê de xwendingeha zimanê Turkmenî jî heye.

Paşê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li axaftinek da ji bo kanalên ragihandinê, ji bilî wê yekê bixêrhatina amadebûyan kir balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema hatiye damezrandin heta niha salane girîngiyeke zêde bi kerta perwerdeyê daye û eve jî bi cihê şanaziyê bi nav kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kariye beşek ji pêdiviyên kerta perwerdeyê bi hevkariya hevbeşên xwe dabîn bike.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, rola dezgehên (LDS) ya Amerîkî û (The Stirling Foundation) ya Amerîkî li alîkarîya vê projeyê de bilind nirxand, berdewambûna van du dezgehan jî li karê pêkveyî ya ji bo alîkariya mirovî di gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bo avakirina baweriyeke bi hêz ve vegerand û tekez li wê yekê jî kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye pireke bawerî pêkirî ya li navbera welatên alîkarbexş û rêxistinên navdewletiyên mirovî û sermayedaran û xêrxwazên Kurdistanê û xelkê niyazmend. Behsa ewe jî kir ku dabînkirina uzeya rojê li rêya karebayê ji bo 10 xwendingehên li parêzgeha Dihokê tê bi cîh kirin û li parêzgehên din jî projeyên wiha têne bi cîh kirin.

Paşê Elî Teter Parêzgerê Dihokê, gotarekê pêşkêş kir û di destpêkê de bi navê xelkê parêzgeha Dihokê spasiyeke germ li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê, demjimêrek berî vê civînê projeyeke din ragihandine, (mebesta projeya wan dabînkirina mehfûran ji bo mizgeftên li tixûbê parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Soran bû). Tekez jî li wê yekê kir ku her dû jî navendên perwerdeyê ne û mizgeft û xwendingeh roleke bandorê li ser perwerdeyê de heye. Xweşhaliya xwe jî li wê yekê derbirî ku projeya dabînkirina uzeya rojê li rêya kareba ya xweningehan, wekî hemû projeyên dinê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi bê cûdahî tê encam dan. Ewe jî dûpat kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî neku bi tenê li Herêma Kurdistan û Iraqê, belku li gelek cih û welatên din jî wekî dezgeheke çalak û profesyonal li ser asta cîhanê jî xwe nîşan daye. Hêvî jî xwest, proje berdewam bin û hemû xwendingehên Kurdistanê bi bê cûdahî bibin xwediyê kareba ya li rêya uzeya rojê.