Jina Kurd Asenath Barzanî: Yekemîn Xaxama Jin a Cîhanê ye

Jina Kurd Asenath Barzanî: Yekemîn Xaxama Jin a Cîhanê ye

Nov 16, 2025 - 21:16
Nov 16, 2025 - 21:34
Jina Kurd Asenath Barzanî: Yekemîn Xaxama Jin a Cîhanê ye
Jina Kurd Asenath Barzanî: Yekemîn Xaxama Jin a Cîhanê ye

Di dîroka Cihûyan de, di sala 1935'an de li Berlînê, Ragîna Jones bi awayekî fermî wek Xaxamek hat îlankirin, ku gelek kesî ev yek wek bûyerek yekem di dîroka Cihûyan de qebûl kir. Lêbelê, dîroknasên Cihû zû ev agahî rast kirin. Lewra, yekemîn Xaxama jin a ku ji aliyê civata xwe ve hatibû qebûlkirin û hatibû îlankirin, di sedsala 17'an de ji Başûrê Kurdistanê, jina Kurd Asenath Barzanî bû.

Asenath Barzanî, ku di sala 1590'an de ji dayik bûye, keça Xaxam Samûel Barzanî bû, ku serokê civata Cihûyan li Başûrê Kurdistanê bû. Samûel Barzanî di warê Kabalahê de, ku aliyê mîstîk ê Cihûtiyê ye, pir zana bû. Samûel Barzanî, ku xaxamên Cihû yên ciwan perwerde dikir, gelek bal kişand ser perwerdeya keça xwe jî. Li gorî gotegotan, Samûel Barzanî sirên mîstîk ên Cihûtiyê ji keça xwe re vegot û destûr nedida Asenath ji malê derkeve.

Li gorî dîroknasên Cihû, Asenath Barzanî di nivîsekê de ku tê de jiyana xwe vedibêje, wiha dinivîse: "Di tevahiya jiyana xwe de min gava xwe ji mala xwe nedanî derve. Ez keça Şahê Îsraîlê bûm. Xaxaman ez perwerde kirim. Bavê min pir zêde li ser min bû. Wî ji bilî mijarên asmanî, ne hunerek û ne jî pîşeyek bi min hîn kir."

Yekemîn Jina Cihû ku Serkêşiya Yeşivayê(Xwendingeha Olî) kir

Asenath ji aliyê bavê xwe ve bi pismamê xwe, Xaxam Jacob Ben Îbrahîm Mîzrahî Amedî, hat zewicandin. Samûel Barzanî, dema keça xwe zewicand, tenê şertekî wî hebû: Asenath dê karên malê neke û dê perwerdeya xwe ya Kabalahê bidomîne. Xaxam Îbrahîm Mîzrahî ev daxwaz pejirand.

Demeke kin piştî zewacê, Îbrahîm Mîzrahî bû serokê Yeşîva ya Cihûyan li Mûsilê. Li wir, Îbrahîm Mîzrahî û Asenath Barzanî kurek û keçek wan çêbû. Lêbelê, Îbrahîm Mîzrahî di temenekî ciwan de mir. Piştî vê mirinê, Asenath Barzanî bû seroka Yeşîvayê li Mûsilê. Ev yek di dîroka Cihûyan de bû yekemîn car.

Piştî mirina bavê xwe jî, Asenath Barzanî beşeke mezin ji erkên wî girt ser xwe. Ew gelek caran geriya û civata Cihûyan li hev civand.

Mûcîzeya li Amedîyê

Efsaneya Asenath Barzanî li vir dest pê kir. Navûdengê wê ne tenê di nav civata Cihûyan de, lê di nav hemû Kurdên herêmê de belav bûbû. Zarokên nexweş dianîn cem wê, mirovên bi derd li deriyê wê dixistin. Cihê efsaneya wê ya herî navdar Amedî ye.

Şevekê Asenath di xewna xwe de bavê xwe, Samûel Barzanî, dibîne. Samûel Barzanî jê dixwaze ku ji bo Cejna Roş Xodeş biçe Amedîyê û cejnê bi civata wir re pîroz bike. Di wê demê de, Cihûyên Amedîyê di bin tehdîdan de dijiyan. Tevî vê yekê, Asenath guh dide gotinên bavê xwe û diçe Amedîyê.

Asenath Barzanî, civata Cihûyan li wir kom dike û ji wan re pêşniyar dike ku Cejna Roş Xodeş li derveyî Keniştê (sinagogê) pîroz bikin. Civat di destpêkê de li dijî vê yekê derdikeve, ji ber ku rewşa bajêr qet ne baş e û gelek dijmin li dora wan hene. Lêbelê, di encama mikurbûn û israra Asenath Barzanî de, civat razî dibe û cejn li derveyî Keniş tê pîrozkirin.

Di dema pîrozbahiyan de, ji nişka ve qîrîn tên bihîstin û ji Keniş agir bilind dibe. Kesek di hundir de nîne, lê hin nivîsarên pîroz ên mîstîk ên Cihûtiyê li paşiya Kenişne. Di vê navberê de, Asenath Barzanî gotinên ku berê tu kesî nebihîstibû dibêje û melek li asîmanan xuya dibin. Melek agiran vedimirînin û dîsa li asîmanan winda dibin. Cihûyên ku tên Keniş şahidî dikin ku avahî qet neşewitiye, wekî ku agir qet derneketiye.

Bermahiyên vê Keniş, ku navê Asenath Barzanî lê ye, hîn jî li bajarê Amedîyê ye.

Bi Helbestên Xwe jî Tê Naskirin

Asenath Barzanî, bi helbestên xwe jî tê naskirin, ne tenê bi mûcîzeyên xwe. Wê perwerdehiyek pir baş di warê wêjeya Cihûyan de girtibû û helbestên wê yên bi Îbranî hatine nivîsandin, wek berhemên herî kêmî yên wêjeya jinên Cihû têne dîtin.

Asenath di sala 1670'an de li Amedîyê mir û li wir hate veşartin. Cihê gora wê hîn jî gelek caran ji aliyê Îsraîliyan ve tê ziyaretkirin.

Cihûyên Kurd Ortodoks in

Dîroknasên Cihû, Cihûyên Kurd wek Cihûyên xwedî kevneşopiyên herî Ortodoks bi nav dikin. Ev kevneşopî ku di sedsala 17'an de bi Asenath re hatin şikandin, di destpêka sedsala 20'an de dîsa di nav Cihûyên Başûrê Kurdistanê de cih girtin. Berî koçkirina bo Îsraîlê, li Keniştên Başûrê Kurdistanê axaftina jinan û rûniştina wan li cem mêran qedexe bû. Xaxamiya jin bi tu awayî nedihate fikirîn. Cihûyên Kurd, ku her dem ji bo parastina xwe ji tehdîdên derve di rewşeke refleksî de bûn, rêya xwe di pabendbûna bi kevneşopiyên Cihûtiya Ortodoks de dîtin.

Têkiliya Cihûyên Barzanî bi Malbata Barzanî re

Îro, bê guman, mijara herî zêde tê meraqkirin û ji aliyê gelek rewşenbîran ve tê nîqaşkirin, ev e ku gelo malbata Barzanî ya di dîroka Cihûyan de bi malbata Barzanî ya îro re têkiliyek heye yan na. Dîroknasên Cihû vê îhtîmalê realîst nabînin. Dîroknasên Cihû diyar dikin ku di wê demê de navê "Barzanî" ji bilî paşnavekê, bêtir ji bo diyarkirina herêma ku mirov lê ji dayik bûye dihat bikaranîn. Ew herwiha dibêjin ku Cihûyên li Kurdistanê xwe pir baş parastine û nehatine guherandin (bişaftin û asîmîlekirin).

Lêbelê, gelek çavkanî jî diyar dikin ku tevî ku di navbera wan de têkiliyek xwînê tune be jî, ev her du malbat di têkiliyê de bûne.

Hemû Cihûyên bi paşnavê Barzanî, di navbera salên 1920-1940'î de ji Başûrê Kurdistanê koçî Îsraîlê kirin û li wir di nav tevgera Siyonîst de cih girtin. Cihûyên bi paşnavê Barzanî xwedî zaravayekî cuda bûn ku jê re digotin Îbraniya Barzanî. Kesê dawî ku bi Îbraniya Barzanî diaxifî, di sala 1998'an de koça dawî kir. Îro, tenê 20 kes ji nifşa duyemîn ku bi Îbraniya Barzanî dizanin lê nikarin binivîsin, mane û ew hemû li Îsraîlê dijîn.

Niha li Başûrê Kurdistanê tenê nêzîkî 30 Cihû hene. Di sala 1948'an de, dema ku dewleta Îsraîl hat damezrandin, nifûsa Cihûyan li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 100 hezarî bû.