Qonaxa du yê projeya Korneşa Zaxo tê temam kirin
Korneşa Zaxo, yek ji projeyên xweşik û balkêşên kabîneya neh ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îdareya Serbixweya Zaxo ye.
Qonaxa du yê projeya Korneşa Zaxo bi gujmê şeş milyar dînaran dihête temam kirin û rêjeya % 50 ê keskatiyê têda heye.
Fermangeha Medya û Zanyariyan belav kiriye: Qonaxa du yê projeya Korneşa Zaxo bi gujmê şeş milyar dînaran dihête temam kirin û di vê qonaxê da dirêjahiya Korneşa Zaxo, sê km re û zêdetirê ji %50 ê wê keskatî têda heye.
Her wiha dane zanîn: Ew proje %85 ê” wê hatiye temam kirin ku xwaringeh, kafeterya û kelek û belemên geştiyariyê di vê projeyê da hene. Bi temambûna vê projeyê dê hejmara geştiyarên li Zaxoyê zêdetir bibe.
Korneşa Zaxo, yek ji projeyên xweşik û balkêşên kabîneya neh ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îdareya Serbixweya Zaxo ye.