Şandek Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşte Bexda

Li gor zanyariyên medyayî, “serdana îro ya Wezareta Darayî taybete bi destpêkirina guftûgoyên di derbarê mûçeyên fermanberan û karên lîjneyên hevbeş û destpêkirina wan.”

Aug 6, 2025 - 14:24
Şandek Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşte Bexda

Îro çarşem 06ê tebaxa 2025, berpirsek ji Wezareta Darayî û Aboriya Herêma Kurdistanê ragihand, “şandeke teknîkî ya Wezareta Darayî gihîştiye Bexda ku li civîna doh ya Encûmena Wezîrên Iraqê da daxwaz kiribûn ku ew şande biçê.”
Li gor zanyariyên medyayî, “serdana îro ya Wezareta Darayî taybete bi destpêkirina guftûgoyên di derbarê mûçeyên fermanberan û karên lîjneyên hevbeş û destpêkirina wan.”
Eve di demek daye, doh sêşem li civîna Encûmena Wezîrên Iraqê da, Wezîrê Neftê li gor rapora lîjneyan li ser kêlgehên neftî yên Herêma Kurdistanê ragihandibû “Herêma Kurdistanê şiyana berhemanîna 130 hezar bermîl neft heye û 50 hezar ji bo Herêma Kurdistanê dibe û Bexda 80 hezar werdigre.”
Balkişandibû li ser wê yekê ku “Ji ber êrîşên dronî, kêlgehên neftî ziyaneke zêde pêgihîştiye û beşek ji kompanyayan jî tirsiyane û kar nakin, eve jî bûye sedema kêmbûna berhemanînê.”