Daniel Jackson Dewleta xwe damezrand: Komara Azad a Verdisê

Ciwanekî li ser parçeyeke axa nakok a di navbera Xirwatistan û Sirbistanê de welatekî nû ava kir û xwe wekî serokê wê îlan kir.

Aug 6, 2025 - 08:44
Daniel Jackson Dewleta xwe damezrand: Komara Azad a Verdisê

Ciwanekî li ser parçeyeke axa nakok a di navbera Xirwatistan û Sirbistanê de welatekî nû ava kir û xwe wekî serokê wê îlan kir.

Komara Azad a Verdîsê xwedî ala, kabîne, pere û nêzîkî 400 welatiyan e.

Li gorî Fox Newsê Daniel Jackson Komara Azad a Verdisê li ser parçeyeke daristanê ya bi qasî 0,5 kîlometre çar goşeyan a li ser Çemê Dunayê ava kir.

Jackson ev yek piştî ku pê hesiya ji ber nakokiyên sînorî her du welatên cîran jî îdiaya xwedîlêderketinê li ser wê herêmê nakin, kir.

Serokê Komara Azad a Verdîsê Daniel Jacksonê 20 salî got:

“Verdîs fikreke min bû dema ez 14 salî bûm.

Destpêkê tenê ceribandinek bû bi çend hevalan re.

Me hemûyan xeyal dikir ku em tiştekî din biafirînin.”

Jackson 30ê Gulana 2019an bi fermî serxwebûna Komara Azad a Verdîsê ragihand.

Qada ku ew îdîa dike, li ser nexşeyan wekî “berîka sêyem” tê zanîn û piştî bajarê Vatîkanê wekî duyem welatê herî biçûk ê cîhanê tê binavkirin.

Jacksonê ku debara xwe bi çêkirina cîhanên virtual li ser Robloxê dike, dema ku 18 salî bû dest bi avakirina Verdîsê kir.

Serokê Komara Azad a Verdîsê Daniel Jackson anî ziman:

“Dema ez 18 salî bûm, me bi çêkirina hinek yasayan û alayekê dest bi avakirina Verdîsê kir.

Niha me hikûmetek ava kiriye û kabîneyeke me ya baş heye.”

Zimanên fermî yên Verdîsê Îngilîzî, Sirbî û Xirwatî ne û welat wekî pere Euroyê bi kar tîne.

Pirsgirêkên bi Xirwatistanê re

Polîsên Xirwatistanê Cotmeha 2023yan tevî Jackson çend şêniyên desteser kirin, ew dersînor kirin û qedexeya ketina Xirwatistanê lê hat birîn.

Serokê Komara Azad a Verdîsê Daniel Jackson da zanîn:

“Wan em dersînor kirin lê nekarîn sedemekê bibêjin.

Wan got ku em ji bo ewlehiya niştimanî gef in.”

Jacksonê ku niha “hikûmeta sirgunê” bi rê ve dibe, rayedarên Xirwatistanê bi danîna çavdêriyê li ser beravên welatê xwe tawanbar dike ku rê li ber gihîştina ji Sirbistanê bigire.

Serokê Komara Azad a Verdîsê Daniel Jackson her wiha anî ziman:

“Gelek pirsgirêkên me bi rayedarên Xirwatistanê re hene lê em dixwazin di paşerojê de pêwendiyeke me ya baş bi wan re hebe.

Wan bi awayekî baş pêşwaziya me nekir û êrişkar bûn.”

Jackson niha gelek caran diçe Belgrada paytexta Sirbistanê û dibêje ku rayedarên li wir bi awayekî baştir nêzîkî wî dibin.

Tevî qedexeya wî ya ji Xirwatistanê, ew bi berdewamî parêzvaniya mafê gihîştina Verdîsê dike û hêvî dike ku rojekê vegere û li wir bijî.

Serokê Komara Azad a Verdîsê Daniel Jackson da zanîn:

“Eger serkeftî bim, ez dê ji erkê xwe îstifa bikim û banga hilbijartinan bikim.

Ez qet bi hêzê re eleqedar nabim.

Ez tenê dixwazim bibim welatiyekî normal.

Vê yekê çavên min vekirin û ez bi tiştê ku min bi dest xistiye serbilind im.”

400 welatî û 15 hezar serlêdan

Komara Azad a Verdîsê tenê bi 4 kesan dest pê kir lê niha ji zêdetirî 15 hezar serlêdanan 400 welatiyên wê yên fermî hene.

Welatî xwedî pasaportan in û her çend Jackson hişyarî daye ku hewl nedin wê ji bo seyaheta navneteweyî bi kar bînin jî, tê gotin ku hinek welatiyan pasaporta xwe ya Verdîsê ji bo ketina welatên din bi kar aniye.

Serokê Komara Azad a Verdîsê Daniel Jackson got:

“Welatekî gelekî biçûk e loma divê em baldar bin ka em kîjan kesan qebûl dikin.

Dema em mirovan qebûl dikin, em li jêhatîbûnên wekî ezmûna di bijîşkî yan polîsiyê de digerin.”

Jackson diyar kir ku ew tevî astengiyan jî geşbîn e û anî ziman:

“Mesele ne ew e ku em dê vegerin yan na, mesele ew e ku em dê kengî vegerin.

Xirwatistan îdiaya xwedîlêderketinê li ser axê nake, loma mafê me heye û em bawer dikin ku şanseke me ya baş heye.”

Jacksonê ku bi eslê xwe ji Awisturyayê ye bi biryar e ku Komara Azad a Verdîsê ji ceribandineke ramanî wêdetir bike.

Serokê Komara Azad a Verdîsê Daniel Jackson anî ziman:

“Bi çavê rût ew tenê daristanek e lê dema tu pê dihisî ku tu li welatekî ku te afirandiye yî, ew efsûnî ye.”

Rûdaw