Dema Hilbijartinên Sûriyê Hat Diyarkirin
Amadekarî ji bo hilbijartinên paşerojê yên parlamentoya Sûriyê dest pê kirine, biryar e di 5ê Cotmeha 2025an de, yekemîn proseya hilbijartinên Civata Gel li Sûriyê bê kirin. Hejmara kursiyan dê 210 kursî be, 70 endamên wan ji aliyê Ahmed Şera ve tên tayînkirin.

Şam - Suriye: Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Civata Gel a Sûriyê, dîroka hilbijartinên endamên Civata Gel li seranserê welat diyar kir.
Amadekarî ji bo hilbijartinên paşerojê yên parlamentoya Sûriyê dest pê kirine, biryar e di 5ê Cotmeha 2025an de, yekemîn proseya hilbijartinên Civata Gel li Sûriyê bê kirin. Hejmara kursiyan dê 210 kursî be, 70 endamên wan ji aliyê Ahmed Şera ve tên tayînkirin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Civata Gel a Sûriyê, biryara jimare 44 ya sala 2025ê derxist, li gorî xala yekem a biryarê, dîroka dengdanê ji bo hilbijartinên endamên Civata Gel li deverên hilbijartinê hat diyarkirin ku dikeve roja Yekşemê, li ser dîroka 05.10.2025 ê Zayînî.
Roja Pêncşema hefteya borî, Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Civata Gel a Sûriyê biryarên jimare "32 heya 42" yên sala 2025ê derxist, ku tê de lîsteyên destpêkê yên endamên desteya dengdêrên li parêzgehên Idlib, Deraa, Rîf Dimeşq, Qûneytera, Hums, Heleb, Hema, Lazqiya, Tertûs, Dêrezor û Şamê (Dimeşqê) eşkere kir.
Tiştê ku divê bê zanîn, li gorî destûra demkî ya Sûriyê, dema qonaxa veguhêz pênc sal e, di vê demê de parlamentoya nû ya Sûriyê ji kesên pispor, jêhatî û nûnerên pêkhateyên cuda bêyî hilbijartin tê avakirin, erka parlamentoya demkî jî dê derxistina zagonan, pejirandina budceyê û peyman û rêkeftinên navneteweyî be.