IKL: Pêwîst e encamên vê referandûmê werin pejirandin

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê: 8emîn Salvegera Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê Pîroz Dike û Banga Pejirandina Encamên Wê Dike

Sep 25, 2025 - 17:58
IKL: Pêwîst e encamên vê referandûmê werin pejirandin
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê

Lozan - Swîsre: Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, di 25ê Îlona 2025an de, bi boneya 8emîn salvegera referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku encamên vê referandûmê bên pejirandin û mafê çarenûsê yê gelê Kurd bi giştî were nasîn.

Di daxuyaniya Enstîtuyê de hat diyarkirin ku Kurd li cîhanê neteweya herî mezin a bêdewlet in û bindestiya wan, li Rojhilata Navîn û cîhanê sedema gelek krîz û pirsgirêkan e. Herwiha hate tekezîkirin ku "Kurd, weke her miletî xwedî mafê serweriyê ne. Daxwaz û têkoşîna Kurdan ya serxwebûnê, bi sedsalan her berdewam e. Ev yek herî dawî bi referandûma serxwebûnê ya li Herêma Kurdistanê hat piştrastkirin."

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku "Li gor pîvanên demokrasîyê û hiqûqa navneteweyî, pêwîst e encamên vê referandûmê werin pejirandin. Her wiha pêwîst e dawî li dabeşkirina Kurdistanê bê û Kurd bi giştî mafê xwe yê çarenûsê diyar bikin."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Enstîtuyê hêviyên xwe yên ji bo "dahatûyeke azad û serbixwe" anî ziman û 8emîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê pîroz kir. Ev daxuyanî, careke din girîngiya mafê çarenûsê yê gelê Kurd û pêwîstiya çareseriyeke siyasî ya mayînde ji bo pirsgirêka Kurdistanê li qada navneteweyî radixe ber çavan.