Kurdên Li Lîbyayê Hatibûn Rizgarkirin, Îro Gihîştin Kurdistanê

Xatûn Serwe Resûl, spasiya hewldanên Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û rêvebirê karûbarên Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê kir ku karîbûn wan ciwanan bibînin û azad bikin û pasaportan ji wan re dabîn bikin.

Sep 10, 2025 - 09:16
Kurdên Li Lîbyayê Hatibûn Rizgarkirin, Îro Gihîştin Kurdistanê

Hewlêr - Kurdistan: Îro çarşem, 10'ê Îlona 2025'an, bîst û pênc ciwanên Kurd yên ku li zîndanên Lîbyayê hatibûn rizgarkirin, bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bi selametî gihîştin Kurdistanê.

Di pêşwaziya ciwanan de, Xatûn Serwe Resûl, Rêvebera Giştî ya Navenda Hevbeş a Kordînasyona Qeyranan, û birêzan Selîm Paşa, Şêwirmendê li Fermangeha Peywendiyan, û Ebdulxaliq Mihemed, Rêveberê Peywendî û Ragihandinê yê Fermangehê, amade bûn û doktor û pêdiviyên bijîşkî ji bo wan dabîn kirin.

Rêvebera Giştî ya Navenda Hevbeş a Kordînasyona Qeyranan, di axaftineke xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman ku ev ciwan, piştî ku zêdetirî pêncî rojan li zîndanên Lîbyayê tûşî gelek êş û azarên giran bûbûn bi selametî careke din gihîştin axa welat.

Xatûn Serwe Resûl, spasiya hewldanên Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û rêvebirê karûbarên Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê kir ku karîbûn wan ciwanan bibînin û azad bikin û pasaportan ji wan re dabîn bikin. Herwiha spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku berpirsiyariya vegerandina wan ciwanan girt ser milên xwe.