Rexneyên Tund li Hinek Kesayetiyên Êzidî Yên Bakur

Di dawiya nivîsa xwe de, Eyup Kurt bang li civaka Êzidî kir ku bibin yek deng. Wî got: "Ger em bibin yek deng tiştekî em winda bikin wê tunebe... Her tişt bi dilê mirovan nabe lê hindik hindik dibe gelek." Wî herwiha hişyarî da "kurmên darê" û got: "Roj wê were wê poşman bibin lê dem wê derbasbûyî be."

Sep 10, 2025 - 08:48
Sep 10, 2025 - 08:52
Rexneyên Tund li Hinek Kesayetiyên Êzidî Yên Bakur
Nivîskar Eyup Kurt

Oldenburg - Almanya: 8ê Îlona 2025ê – Nivîskar Eyup Kurt, di nivîseke xwe ya bi navê "AX KURMÊ DARÊ TÛ ÇIQAS XEDARÎ!!" ku li "DRA" de hatiye belav kirin, rexneyên tund li hinek rêxistin û kesayetên Êzidî girt ku hewl didin hevkariya di navbera civaka Êzidî û Partiya Dad û Pêşketinê (AKP) ya Tirkiyeyê de astengiyê bikin. Kurt, bi sernavê "AX KURMÊ DARÊ TÛ ÇIQAS XEDARÎ!!", anî ziman ku ev helwest ji xiyanetê ne kêmtir e û zirarê dide berjewendiyên Êzidiyan.

Dîroka Fermanan û Pêşketina Civakî:

Nivîskar Eyup Kurt di nivîsa xwe de bal kişand ser dîroka tije ferman û zilmê ya li ser Êzidiyan û got: "Di dîrokê de gelek ferman li ser Êzidiyên cîhanê hate meşandin. Di van fermanan de Êzidî hatin ber tunekirinê." Wî herwiha destnîşan kir ku di wan demên dijwar de, Êzidiyan bi "bîr û baweriya xwe dibûn yek deng, yek dil û kevneşopî, edet, zimanê xwe parastin."

Nivîskar Kurt da zanîn ku îro derfetên mezin ketine destê civaka Êzidî, bi sedan mal, komele, kesayet û pisporên wan hene ku ger bi duristî dest bidin hev, dikarin dîrokê biguherînin û destkeftiyên mezin biafirînin.

Helwesta Dewleta Tirk û Hêviya Rêxistinên Êzidî:

Li gor Kurt, dewleta Tirk jî di nav hewldanekê de ye ku bi rêya partiya AKPê dengê Êzidiyan qezenc bike. Wî ev yek wek "tiştekî normal" binav kir, lê destnîşan kir ku divê rêxistin û kesayetên Êzidî "xwedî zanîn û tecrûbe bin" û "berjewendiyên Êzidiyan biparêzin." Eyup Kurt hişyarî da ku ger berjewendiyên wan li ser masê neyên dîtin, divê li rê û rêbazên cuda bigerin, lê "reva ji dîplomasiyê şaşiya herî mezin e."

"Kurmên Darê" û Têkçûna Yekîtiyê:

Rexneya herî giran a Kurt, li ser kesayet û rêxistinên ku hewl didin hevkariya di navbera Êzidiyan û AKPê de asteng bikin e. Wî ev yek wek "hewldanên xerab" binav kir û got: "Ev kes an rêxistin telefonî AKP dikin dibêjin va hevdîtinan bi komîta heyî re neke. Gelo ger ev ne xiyanet e ev çi ye?" Wî ev zîhniyet wek "cerdevanan" binav kir ku "karê wan reşkirin û îxbar kirin e" û ev cûre helwest li Almanyayê jî tê dîtin.

Daxwazên Bingehîn û Yekîtî:

Eyup Kurt ragihand ku daxwazên civaka Êzidî divê ne tenê bi anîna rê, av, elektrîk û vegera gundan re sînordar bimînin. Wî tekez kir ku divê fermanên li Şingalê bi fermî wekî jenosîd bên qebûl kirin, ola Êzidî bi fermî bê naskirin, perwerde bi zimanê dayikê bê misoger kirin, û dewlet, dema êrîşî wan bibe, êrîşkaran bigire û ceza bike da ku kesên din cesareta êrîşê nekin.

Di dawiya nivîsa xwe de, Eyup Kurt bang li civaka Êzidî kir ku bibin yek deng. Wî got: "Ger em bibin yek deng tiştekî em winda bikin wê tunebe... Her tişt bi dilê mirovan nabe lê hindik hindik dibe gelek." Wî herwiha hişyarî da "kurmên darê" û got: "Roj wê were wê poşman bibin lê dem wê derbasbûyî be."