Serokayetiya Kurdistanê Pêşwaziyê Li Şandeke Karsaz û Bazirganî ya Amerîkî Kir
Serokayetiya Herêma Kurdistanê Pêşwaziyê Li Şandeke Hevbeş a Bazirganî ya Amerîkî Kir

Hewlêr - Kurdistan: Îro sêşemiyê, 9ê Îlona 2025an, Fewzî Herîrî, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, bi amadebûna rêzdar Dr. Nûrî Osman, Serokê Nivîsîngeha Serok, û çend berpirs û şêwirmendên din ên Serokayetiyê, pêşwaziyê li şandeke hevbeş a Jûra (Odeya) Bazirganî ya Amerîkî û şirketên cihêreng ên Amerîkayê kirin. Serokayetiya şandê di destê rêzdar Steve Lutes, Rêveberê Karûbarên Rojhilata Navîn li Jûra Bazirganî ya Amerîkayê bû.
Di hevdîtineke berfireh de ku ligel Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê, Cîgirê Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Serokê Jûra Bazirganî ya Amerîka – Kurdistanê amade bûn, pêwendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, war û derfetên veberhênanê, pêşxistina kar û hevkariya hevbeş a aborî û bazirganî di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de, ligel tekezkirina li ser giringiya pêşxistin û berfirehkirina pêwendiyên aborî û bazirganî di hemû warên cuda de, li ser çawaniya pêşxistina hevkariyê û hevrêziya hevbeş û dabînkirina derfetên kar û veberhênanê ji bo şirketên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warên enerjî, karên bankî, teknolojî û Jîriya çêkirî (AI) de danustandina bîr û ramanan kirin.
Di beşeke din a gotûbêjên hevdîtinê de, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê ji bo karê sermayeguzarî û veberhênanê hat behskirin. Di derbarê vê de, Serokayetiya Herêma Kurdistanê spasiya hewl û pêngavên Jûra Bazirganî ya Amerîkayê di bihêzkirina pêwendiyan de kirin û ligel nîşandana hemû piştgirî û hevkariyê ji bo serkeftina karê hevbeş ê aborî û bazirganî ligel Amerîkayê û şirketên wê, beşdarbûna wan di proseya pêşxistina binesaziya Herêma Kurdistanê û geşepêdana wê de bi girîng zanîn.
Ji aliyê xwe ve, şanda hevbeş a Jûra Bazirganî ya Amerîkayê û şirketên wî welatî, kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê anîn ziman û bi qedirgirî behsa hevkariya Herêma Kurdistanê û piştgiriya wê û rola wê ya bibandor di serkeftina karên wan de kirin.