Ciwanên Kurd Dê Serdana Herêma Kurdistanê Bikin

Bi Hevkariya Kurd Kav û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî : Ciwanên Kurd Dê Serdana Herêma Kurdistanê Bikin

Sep 30, 2025 - 09:30
Ciwanên Kurd Dê Serdana Herêma Kurdistanê Bikin
Bi Hevkariya Kurd Kav û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî : Ciwanên Kurd Dê Serdana Herêma Kurdistanê Bikin

Hewlêr - Kurdistan: Di navbera rojên 20 û 30ê Cotmehê de, dê bi hevkariya weqfa Kurd Kav û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, geşt û gereke taybetî ji bo ciwanên Kurd ên temenên wan di navbera 18-30 salî de bo Herêma Kurdistanê ya Iraqê (Başûrê Kurdistanê) were lidarxistin. Ev ger dê 6 rojan bidome û bi vexwendina fermî ya Herêma Kurdistanê pêk were.

Kurd Kav ragihand ku dîrokên teqez ên çûn û hatinê dê di demeke nêzîk de bên eşkerekirin. Di çarçoveya bernameya vê gerê de, dê ciwan beşdarî pêşbirkên sporê yên li qadên dorvekirî û dorgirtî, çalakiyên xwezayî û çandî, civînên danûstandinê û gerên li derûdora herêmê bibin.

Derbarê lêçûnên gerê de, hatiye diyarkirin ku mesrefên rêwîtiya ji Diyarbekirê (Amed) dê ji aliyê weqfa Kurd Kav bên dabînkirin. Lêçûnên din ên wekî cîgirbûn, ger, xwarin û vexwarin jî dê ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve werin pêşkêşkirin.

Ciwanên Kurd ên ku bi Kurdî dizanin û dixwazin beşdarî vê çalakiyê bibin, dikarin di rojên hefteyê de di navbera demjimêr 08:00 û 17:00'an de bi rêya telefona weqfê ya bi jimareya 0541 3469621 têkiliyê daynin.