Li Zanîngeha Dihokê Beşa Hejînokî û Çareseriya Derûniyê hate vekirin
rof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan li ser rûpela xwe ya tora civakiya X daye zanîn ku nexweşiya hejînokiyê gelek caran tabû ye û veşartî ye – lê belê ew ne tenê bandorê li ser kesan, lê her wiha li ser malbatan û tevahiya civakê jî dike. Her wiha ew dibêje: Bi vê navendê, em bêdengiyê bi zanist, pîşeyîbûn (profesyonelî) û hestiyariya çandî dişikînin.
Îro 21.08.2025 li Zanîngeha Dihokê yekemîn care li Iraq û Kurdistanê beşa Navenda Hejînokî û Çareseriya Derûniyê (Addiction and Psychotherapy) li Zanîngeha Dihokê (IPP) hate vekirin.
Li rêwresma vekirinê de Dr Elî Teter Parêzgarê Dihokê, Albrecht von Wittke Konsulê Giştî yê Almanya li Kurdistanê, Dr Dawud Silêman Etrûşî Serokê Zanîngeha Dihokê û Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan û çendîn kesayetiyên siyasî, akademîk û rewşenbîr amade bûn, Beşa Hejînokî û Çareseriya Derûniyê li nava Zanîngeha Dihokê (IPP) de hate vekirin.
Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan li ser rûpela xwe ya tora civakiya X daye zanîn ku nexweşiya hejînokiyê gelek caran tabû ye û veşartî ye – lê belê ew ne tenê bandorê li ser kesan, lê her wiha li ser malbatan û tevahiya civakê jî dike. Her wiha ew dibêje: Bi vê navendê, em bêdengiyê bi zanist, pîşeyîbûn (profesyonelî) û hestiyariya çandî dişikînin.
Her wiha Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan berdewamiya peyama xwe de dibêje: Em spasdarê hevkarên xwe ne: Zanîngeha Dihokê, Konsulxaneya Almanya li Hewlêrê, Wezareta Dewletê ya Baden - Württemberg & SEZ, hevkar, rêxistinên sivîl (NGO) û tîma me ya nû.
Pêngaveke yekem di rêwîtiyeke dirêj de: lêkolîn, perwerde û terapî bi hev re – ji bo başbûn, rûmet û hêviyê.