Hola Rewange li Helebceyê Hat Vekirin
Kapasîteya holê ji bo 506 beşdaran heye û hemû pêdiviyên holên nûjen jê re hatine dabînkirin. Beşek ji van, sîstema deng, dîmen û ronahiyê ya pêşketî, û sîstema vemirandina agir e. Her wiha odeyên karmendan, galerî, holên civînan û şanoya Romanî (Anfi-Tiyatro) jî di nav de ne.
Helebce - Kurdistan: Hola Rewange îro 09.09.2025 li bajarê Helebceyê bi piştgiriya rêzdar Îdrîs Nêçîrvan Barzanî, Serok û Damezrînerê Dezgeha Rewange, hat avakirin û wek diyarî ji bajarê Helebceyê re hate pêşkêşkirin.
Merasîma vekirin û radestkirina Hola Rewange li Parêzgeha Helebceyê, bi amadebûna Parêzgara Helebceyê, kesayetî û welatiyên bajêr, bi awayekî hêja hate lidarxistin.
Ev proje li ser rûberek 9.600 metirduca hatiye avakirin û ji vê rêjeyê %30 qada keskatiyê ye. Kevirê bingehîn ê projeyê di sala 2023’an de hatibû danîn û di sala 2025’an de, pêvajoya avakirina Hola Rewange bi standardên cîhanî bi dawî bû.
Kapasîteya holê ji bo 506 beşdaran heye û hemû pêdiviyên holên nûjen jê re hatine dabînkirin. Beşek ji van, sîstema deng, dîmen û ronahiyê ya pêşketî, û sîstema vemirandina agir e. Her wiha odeyên karmendan, galerî, holên civînan û şanoya Romanî (Anfi-Tiyatro) jî di nav de ne.
Hola Rewange dê bibe navendek girîng ji bo giringîdana bi çand, perwerde û civînên fermî û civakî yên li bajarê Helebceyê.