Cîgirê Serok û şandeke Serokayetiya Kurdistanê beşdariya rêwresma nasandina Konsula Giştî ya nû ya Amerîkayê kirin
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û şandeke bilinda Serokayetiya Herêmê beşdariya rêwresma nasandina Konsula Giştî ya nû ya Amerîkayê kirin

Êvariya îro çarşem 13.08.2025 li Hewlêrê, birêz Mistefa Seyid Qadir, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û şandeke bilinda Serokayetiyê ku ji birêzan Fewzî Herîrî Serokê Dîwan û Dr. Nûrî Osman Serokê Nivîsîngeha Serok û hejmarek ji berpirs û Şêwirmendên Serokayetiyê pêkhatibûn, beşdariyê li rêwresma malavayî ya birêz Steven Bitner Konsulê Giştî yê berê yê Amerîka li Herêma Kurdistanê û nasandina xanima Gwendolyn Green Konsula Giştî ya nû da kirin ku ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Herêma Kurdistanê ve hatibû rêkxistin.
Li vê rêwresmê da ku ji bilî hejmarek ji kesayetiyên siyasî û îdarî û mîhvanên navxweyî, dîplomat û nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê jî amade bûn, birêzan Cîgirê Serok û şanda bilinda Serokayetiyê, rola birêz Bitner Konsulê Giştî yê berê yê Amerîka li Herêma Kurdistanê, ya li pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina alîkariyên hevbeş li navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê da, bi girîng û berhemdar dane zanîn.
Her wiha ji bilî pîrozbahîkirina li xanima Green, bi helkefta destbikarbûna wê ya wekî Konsulê Giştî yê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê, amadehiyên xwe ji bo hemû piştevanî û alîkariyek ji bo serkeftina li erka wê da nîşan dan.