Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Dr. Eyad Ellawî kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Dr. Eyad Ellawî kir.
Êvara îro Duşemê, 24/11/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel birêz Dr. Eyad Ellawî, Serokê Tevgera Wîfaqa Niştimanî ya Iraqê û şandeke pê re, civiya.
Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê hatin gotûbêjkirin. Herwiha di derbarê gotûbêjên aliyên siyasî û pengavên ji bo damezrandina hikûmeta federal a dahatî li Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.