Di Kongreya COP30 de behsa serkeftina Herêma Kurdistanê kirin

Di Kongreya COP30 de behsa serkeftina Herêma Kurdistanê kirin

Nov 24, 2025 - 18:59
Di Kongreya COP30 de behsa serkeftina Herêma Kurdistanê kirin
Di Kongreya COP30 de behsa serkeftina Herêma Kurdistanê kirin

Şêwirmendê Jîngehê yê Encûmena Wezîran dibêje "Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî Kongreya (COP30) ya derbarê guhertina keşûhewayê li Brezîlyayê bû, ku hemû welat beşdar bûn, me jî behsa serkeftina Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warê sektora avê de."
Şêwirmendê Jîngehê yê Encûmena Wezîran, Endezyar Ebdulrehman Sidîq, ragihand "Di navbera 10 û 21ê Mijdara 2025an de, kongreya salane ya taybet bi guhertina keşûhewayê, ku weke (COP30) tê zanîn, li bajarê Belêm li Brezîlyayê bi beşdariya hema hema hemû welatên cîhanê karên xwe pêk anî. Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di çarçoveya şanda Komara Federal a Iraqê de beşdar bûbû û di civîna îsal de gelek çalakiyên berbiçav hebûn."
Di Konferansa Aliyan de ku weke (COP30) tê zanîn, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi sernavê "Ji Erkê Ber Bi Çalakiyê Vê", bal kişand ser mijara avê. Di vê çarçoveyê de, mijara avê ji aliyê belgeyên neteweyî yên diyarkirî û plana adaptekirina neteweyî ve hat nîqaşkirin. Tecrûbeyên welatan û çareseriyên herî baş ji bo rêveberiya domdar a sektora avê hatin pêşkêşkirin. Di heman panelê de, bal kişand ser hewildanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di guhertina siyaseta avê de bo projeyên pratîkî yên ku bi plana adaptekirina navxweyî ya Herêma Kurdistanê re hevaheng in, wek projeyên berhevkirina ava baranê bi rêya bendavan ku weke riya herî serketî ya xwe dispêre xwezayê têne dîtin.
Endezyar Ebdulrehman Sîdîq herwiha got "Projeya rêveberiya rast a ava binê erdê bi hevrêziya bi rêxistinên navdewletî re ji bo zêdekirina depokirina ava binê erdê û vejandina kaniyan û kêmkirina kêmasiya avê, herwiha plana adaptekirina navxweyî ya Herêma Kurdistanê hat pêşkêşkirin, ku di sala 2024an de bi hevrêziya bi Bernameya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Pêşketinê hatibû amadekirin û weke yekem çarçoveya Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina metirsiyên guhertina keşûhewayê tê dîtin." Wî destnîşan kir ku ev plan li ser (3) sektoran disekine, ew jî (sektora avê, sektora çandinî û ewlehiya xwarinê û sektora sîstema jîngehê) ne, ku (29) proje di nav xwe de dihewîne, di nav wan de 6 projeyên sereke bi budçeyeke nêzîkî 616 milyon dolarî di sektora avê de ne.
Herwiha destnîşan kir ku "Di panelê de bal hate kişandin ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêveberiyeke domdar û bi bandor a avê û berfirehkirina hevrêziya navdewletî ji bo piştgirîkirin û dabînkirina ewlehiya avê û pêşketina domdar li Herêma Kurdistanê."
Şêwirmendê Jîngehê yê Encûmena Wezîran diyar kir "Di çarçoveya rûniştinên teknîkî yên konferansa aliyan de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna (Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê) ligel (Yekîtiya Navdewletî ya Parastina Xwezayê) ji bo bihêzkirina hevrêziyê di warên parastina cihêrengiya biyolojîkî û bihêzkirina kapasîteyan û hewildanên ji bo damezrandina databasake ekolojîk a modern ji bo Herêma Kurdistanê civiya."
Her di Konferansa Aliyan a îsal de ku weke (COP30) tê zanîn, şanda Herêma Kurdistanê di civîna welatên endamên (Komeleya Çiyayan) de beşdar bû, ku Herêma Kurdistanê bûye endam, bi mebesta dabînkirina perwerdehiyeke baştir û veguhestina teknolojiyê û piştgiriya wan civakên ku li deverên çiyayî dijîn.