Konfederasyonê li 20 bajar û paytextên cîhanê Jenosîda Êzdiyan bi bîr anî

Konfederasyona Revenda Kurdistanî li 20 bajar û paytextên cûda yên cîhanê Jenosîda Êzdiyan bi bîr anî û banga cîbicîkirina Peymana Şingalê kir

Aug 5, 2025 - 18:45
Konfederasyonê li 20 bajar û paytextên cîhanê Jenosîda Êzdiyan bi bîr anî

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya 11emîn salvegera Jenosîda Êzidiyan, li zêdetirî 20 bajar û paytextên cîhanê rêzeçalakiyek lidar xist û tê de banga naskirina navdevletî ya jenosîdê û asayîkirina rewşa Şingalê kir da ku xelk vegere ser warên xwe.

Revenda Kurdî li welatên diyasporayê roja Yekşemê, 3ê Tebaxa 2025an, di salvegera reş a êrîşa terorîstên DAIŞê ya li ser Şingalê di 3ê Tebaxa 2014an de, dakete qadan, da ku rêzê li qurbaniyên jenosîdê bigire.

Di çalakiyan de, ku li navendên bajaran hatin lidarxistin, wêneyên qurbaniyan hatin pêşandan, mûm û şemal hatin vêxistin û belavokên ku zanyarî li ser komkujiya Şingalê tê de bûn, li ser welatiyên biyanî hatin belavkirin. Konfederasyonê ragihand, ji ber lidarxistina çalakiyan li nav bazarên bajaran, îsal bandora wan mezintir bûye.

"Divê Şingalî serweriya xwe bikin"

Di daxuyaniya xwe de, Konfederasyona Revenda Kurdistanî tekezî li ser çend daxwazên siyasî yên girîng kir û ragihand:

"Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî dê hemû hêz û şiyana xwe li welatên koçberiyê têxin xizmeta Kurdên me yên Êzidî, da ku jenosîd ji aliyê civaka navdewletî ve bêtir were naskirin û danpêdan pê were kirin."

Konfederasyonê herwiha daxwaz kir ku "rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de were cîbicîkirin, da ku rewşa Şingalê asayî bibe, gelê me vegere ser cih û warên xwe û Şingalî bi destê xwe serweriya xwe bikin."

Çalakî li van bajaran hatin lidarxistin:

Li gorî daxuyaniyê, çalakî li van bajarên cîhanê hatin lidarxistin:

Berlîn, Brûksel, Amsterdam, Nashville, Oslo, Tbilîsî, Viyana, Stockholm, Stavropol, Bishkek, Almaty, Zûrîh, Helsingborg, Montauban, Vancouver (Kanada), Kassel, Bremen, Wolfsburg, Dusseldorf, û Munster.

Di dawiya daxuyaniyê de, silav ji bo giyanê pak ê şehîdên jenosîdê û hemû şehîdên Kurdistanê hatin şandin û kiryarên hovane yên terorîstên DAIŞê hatin şermezarkirin.