Kurdistanê kêmtirîn kirêya karkerên neçalak hate xûyakirin
Encûmena Wezîran biryar da.. Kêmtirîn kirêya mehane ya karkerên nekarame nabê ji 450 hezar dînar kêmtir bê
Wezareta Kar û Karubarê Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêmtirîn mûçeya karkerên neçalak yên li Herêma Kurdistanê ragihand.
Roja sêsema 5ê Tebaxa 2025 Wezareta Kar û Karubarên Civakî ya Herêma Kurdistanê ragihand: Piştî nivîsara Wezareta Kar û Karubarên Civakî li ser kevnenivîsa lîjneyê kêmtirîn kirêya karkarên neçalak, li ser raspardeya nivîsîngeha Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê rizamendiyê li ser mûçeya herî kêm wan karkeran da.
Li gor vê biryarê kêmtirîn kirêya mehaneya karkerên neçalak, nabê li 450 hezar dînar kêmtir bê û ew karkerên ku bi kirêya kara rojane kar dikin, nabê kirêya wan ya rojane li 15 hezar dînaran kêmtir bê, bi awayek ku şûna mûçeya mehane jî li kêmtirîn kirêya karkerên neçalak kêmtir nebê.