Kurdê Efrînê Mihemed Eîbo: Sozên Xurt ji bo Paşerojeke Baştir

Kurdê ji bajarê Efrînê Mihemed Eîbo ji bo Encumena Navçeya Siegen-Wittgenstein Dibê Namzet - Sozên Xurt ji bo Paşerojeke Baştir

Sep 2, 2025 - 16:32
Sep 2, 2025 - 16:42
Kurdê Efrînê Mihemed Eîbo: Sozên Xurt ji bo Paşerojeke Baştir
Mohammad Eibo

Siegen-Wittgenstein – Mihemed Eîbo Kurdekî ji bajarê Efrînê ye, ciwanekî 27 salî bi daxwazên mezin, xwe ji bo Encumena Navçeya Siegen-Wittgenstein kiriye namzet. Bi dil, aqil û baweriya xurt ku herêma wan xwedî derfetên mezin e, Eîbo tekez dike ku bi hevkariyê û parastina demokrasiyê, ew dikarin paşerojeke bihêz ava bikin.

Di bernameya xwe ya siyasî de, Eîbo sê xalên sereke destnîşan dike ku ew ê ji bo wan têbikoşe:

1. Tevgerî bûn beşdarî ye: Eîbo daxwaz dike ku veguhestina giştî ya herêmî (ÖPNV) ya pêbawer, erzan û berfireh bê peydakirin. Ew dibêje: "Divê mirovên li gundan jî bi qasî yên li bajaran tevbigerin. Ji bo kar, dibistan an xebata dilxwazî, divê tevgerî bûn ji bo her kesî gengaz be."

2. Niştecîh bûn mafekî bingehîn e: Namzetê ciwan balê dikişîne ser pêwîstiya zêdetir cihên niştecîh ên erzan û polîtîkayeke avahîsaziyê ya civakî û domdar. Her wiha, ew piştgiriyeke rast ji bo malbatên ciwan dixwaze û dibêje ku divê bajar û gundên wan zindî bimînin.

3. Xebata dilxwazî hevgirtinê xurt dike: Eîbo xebata dilxwazî wekî "stûna civaka me" bi nav dike. Ew dixwaze xebata dilxwazî bi naskirin, piştgirî û alîkariya siyasî ya rast xurt bike, û behsa beşa agirkujiyê(Feuerwehr), klûbên werzîşê û alîkariya cîranan dike.

Mihemed Eîbo diyar dike ku ew piştgiriyê dide polîtîkayeke ku guhdarî dike, tevdigere û girêdide. Armanca wî ew e ku paşerojeke ku mirov ne tenê li kêleka hev, lê bi hev re bijîn ava bike. Ew slogana "Siegen-Wittgenstein yekbûyî" wekî rêbernameya xwe bikar tîne.

Eîbo ji bo Freudenberg, ku gundên mîna Büschergrund, Bühl, Oberholzklau, Niederholzklau, Alchen, Lindenberg, Niederheuslingen, Oberheuslingen û Bottenberg dihewîne, dibe namzet.

Dengê xwe bidin Kurdê Efrînê Mihemed Eîbo yê ji partiya SPD.