Hevkarî û Piştgiriya Amerîkayê Hate Gotûbêjkirin

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Civiya

Sep 2, 2025 - 18:29
Hevkarî û Piştgiriya Amerîkayê Hate Gotûbêjkirin

Îro sêşemî 02.09.2025 piştî nîvro birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Admiral Charles Brad Cooper, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) û şandeke bilind a pê re kir ku ji hejmarek ji pilebilindên serbazî û şêwirmendan pêkhatibû.

Di civînê de, peywendiyên Amerîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê ewlehî û serbazî de hatin gotûbêjkirin. Her wiha di derbarê metirsiyên DAIŞê û gefên wê li ser asayîş û ewlehiya li Iraq û Sûriyê û hevkarî û alîkariyên Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina şiyanên serbazî û ewlehiyê de, danustandina bîr û raman kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkarî û piştgiriya Amerîkayê li Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo têkbirina DAIŞê û pêşkêşkirina alîkarî, fêrkarî û perwerdehiya ji Pêşmerge re û hevkariya wan ji bo pêvajoya reform û çaksaziya di Wezareta Karûbarên Pêşmerge de û yekkirina Pêşmerge de kir. Her wiha amade û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşvebirina hevalbendî û hevkariya wan a hevbeş de, dubare kir.

Li aliyê xwe Admiral Cooper, ligel spasiya rola Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna DAIŞê û têkbirina wê de, pêdagirbûna Amerîkayê ji bo piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê wekî hevalbend dubare kir û balkişand li ser wê yekê ku welatê wî bi girîngiyeke mezin li wan peywendiyan dinêre. Her wiha tekez kir ku hevkariya hevbeş a di navbera wan de, ji bo rûbirûbûna terorê û tunekirina yekcarî ya DAIŞê û gefên ewlehiyê de, bê xurttir kirin.

Di civînê de ku birêzan Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serok û Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û hejmarek berpirs û xanima Wendy Green Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amade bû, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî ya Rojhilata Navîn û çend pirsên girîng ên herdu aliyan, hatin gotûbêjkirin.