Ji Bo Mafên Jinan û Rûbirûbûna Tundûtûjiyê Pabendiya Me Neguher e

Ji Bo Mafên Jinan û Rûbirûbûna Tundûtûjiyê Pabendiya Me Neguher e

Nov 25, 2025 - 10:02
Nov 25, 2025 - 10:02
Ji Bo Mafên Jinan û Rûbirûbûna Tundûtûjiyê Pabendiya Me Neguher e
Ji Bo Mafên Jinan û Rûbirûbûna Tundûtûjiyê Pabendiya Me Neguher e

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundûtûjiya li Dijî Jinan, peyamek belav kir û tê de pabendbûna xwe ya xurt ji bo parastina mafên jinan û avakirina civakeke wekhev û azad dubare kir. Di peyama xwe de, Serok Barzanî bîranîna wan jinên ku bûne qurbanîya tundûtûjiyê bibîr anî û bang li hemû aliyan kir ku ji bo jinan jîngeheke ewle û bê cudakarî were avakirin.
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundûtûjiya li Dijî Jinan de
Di Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Dijî Jinan de, em pêdagirbûna xwe ya neguher ji bo parastina mafên jinan û avakirina civakek ku azadî, wekhevî û rûmeta mirovî tê de serwer be, dubare dikin. Em ê di hewldan û xebata xwe de ji bo rûbirûbûna hemû cureyên tundûtûjî û cudakariya li dijî jinan, berdewam bikin.
Bi rêzdarî em bîranîna hemû jinên ku ji ber tundûtûjiyê jiyana xwe ji dest dane, bibîr tînin û hevxemîya xwe ya kûr ji bo malbatên wan tînin ziman. Dilxweşiya ji bo malbatên wan tenê bi pêkanîna dadweriyê û rêgirtina li dubarebûna van tawanan û avakirina jîngeheke aram pêk tê ku li hemû jinan li her rewş û pêgehek de be biparêze.
Parastina mafên jinan ji bo me hemiyan stûneke serekî ya avakirina civakeke azad, dadperwer, pêşketî û aram e. Ji holê rakirina tundûtûjiya li dijî jinan pêwîstî bi îradeyeke hevbeş, yasayên xurt û bicîhanîna wan, û hişmendiyeke civakî heye ku rêz li jinan bigre û piştgiriyê bide beşdarbûna wan ya berfireh di jiyana siyasî, îdarî û aborî de.
Paşeroja Kurdistanê, bi xurtkirina şiyan û karînên jinan û bihêzkirina beşdarbûna wan ya çalak di hemû warên jiyanê de ve girêdayî ye. Em ê bi hemû hêz û israrê pêdagir bin bi rûbirûbûna tundûtûjiyê, ramanên tundrew, parastina maf û azadiyan û avakirina civakekê ku tê de her jinek parastî, azad û bi hêz be ji bo pêkanîna xewn û armancên xwe.
Em ê bi hemû dezgeh û aliyên fermî yên li Herêma Kurdistanê, civaka sivîl û kesayetî û rêberên olî û civakî re berdewam bikin ji bo bihêzkirina parastina qanûnî, berfirehkirina bernameyên bihêzkirina aborî û pêşxistina beşdarbûna jinan di cihên biryardanê de û mîsogerkirina avakirina jîngehek kar û civakek ku ji destdirêjî, tundûtûjî û cudakariyê dûr be.
Silav li wan hemû jinên ku ji bo mafên xwe têdikoşin, herwiha ji çalakvan û karmendên di warê parastina jinan re û ji wan hemû kesên ku di bilindkirina asta hişmendiya civakî û bicihanîna nirxên wekheviyê de beşdar in. Herwiha, em rola ciwanan, sazî û dezgehên ragihandinê, dibistan û zanîngehan, di belavkirina çanda netundûtûjî û rêzgirtina li hember hev de, bilind dinirxînin.
Em hemû bi hev re xebata xwe berdewam bikin ji bo civakeke bê tundûtûjî, bê tirs û bê cudakarî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25ê Mijdarê 2025