Kolana Pêşmerge pêşniyar û daxwaza Sefîn Dizeyî bû
Di daxuyaniyek de Ragihandina Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide zanîn ku bi pêşniyara Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kolana Pêşmerge li Parîsê hate vekirin û Serok Barzanî perdeya ser tabelayê wê rakir
Parîs, Fransa – Di pêngaveke dîrokî de ku peywendiyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de xurt dike, îro Înî, 5'ê Îlona 2025'an, bi amadebûna Serok Barzanî, kolanek li Parîsa paytexta Fransayê bi navê "Pêşmerge" hate vekirin. Serok Barzanî li Parka André Citroën, perdeya ji ser tabelaya kolanê rakir û kêfxweşiya xwe ya ji bo vê bûyera girîng anî ziman.
Ev biryara navkirina kolanê, ku rêzgirtinek e ji bo qurbanî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge, bi pêşniyar û ramana Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Muhsîn Dizeyî, dest pê kiribû.
Di yek ji serdanên xwe yên Parîsê de û di hevdîtinekê de ligel Seroka Şaredariya Parîsê, Xatûn Anne Hidalgo, birêz Dizeyî peywendiyên bihêz ên di navbera her du aliyan de bilind nirxand û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo bihêzkirina peywendiyên çandî û hunerî destnîşan kir.
Di Kanûna 2023’an de, Fermangeha Peywendiyên Derve bi nameyeke fermî ji bo Xatûn Anne Hidalgo, daxwaz kiribû ku wekî rêzgirtin ji Pêşmerge û têkoşîn û qurbaniyên wan, kolanek an qadeke li Parîsê bi navê Pêşmerge bê bi navkirin. Dizeyî di nameya xwe de balkişandibû li ser wê yekê ku berê jî wek rêzgirtinek ji hevalê nêzîk ê gelê Kurd, Xatûn Danielle Mitterrand, pirek bilind û çend cîh bi navê wê li Kurdistanê hatine danîn.
Birêz Dizeyî bala Seroka Şaredariyê kişandibû ser wê yekê ku Pêşmerge sembol û nîşana têkoşîn û parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê ye û di şerê rûbirûbûna terorîstan de, bi qehremanî li hemberî gefên DAIŞ’ê sekinîn û gelek qurbanî dan. Wî herwiha destnîşan kiribû ku Pêşmerge di pêşengiya eniyan de bûn di dema operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê de.
Li ber ronahiya van qurbaniyên Pêşmerge, birêz Dizeyî daxwaz ji Şaredariya Parîsê kiribû ku li ser navkirina kolanek, meydanek, an jî çargoşeyek bi navê Pêşmerge bifikire. Wî anîbû ziman ku ev pêngav ne tenê bîranîna kesên ku bi qehremanî têkoşînê kirine rêz digre, lê di heman demê de wek bîranînek ji hewldanên hevpar ên ji bo têkoşîna li dijî terorê û sazkirina aştî û aramiyê dimîne.
Şaredariya Parîsê wê demê bi kêfxweşî pêşwaziya ramana û daxwaza Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû. Bi hewldana nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê, Konsûlxaneya Giştî ya Fransa li Hewlêrê û bi piştgiriya Xatûn Anne Hidalgo, ev hewldan bi ser ket û bi vê navkirinê, dîrokeke nû di peywendiyên du alî de hate nivîsandin.