Bi Giranî Behsa Pêvajoya Aştiyê li Tirkiyeyê Kirin
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Fransayê re civiya

Hewlêr - Kurdistan: Êvara îro Sêşemiyê, 14ê Cotmeha 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziyê li Balyozê Fransayê li Iraqê, birêz Patrick Durel kir. Di hevdîtinê de, ku gelek mijarên girîng hatin guftûgokirin, bi taybetî li ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û gavên wê yên dawî sekinîn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin û bal kişandin ser qadên hevkarîya hevbeş. Herwiha, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de, bûn mijara danûstandina bîr û ramanan.
Serok Barzanî û Balyoz Durel, li ser girîngiya serxistina pêvajoya siyasî û serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û parastina aramî û ewlehiya welêt, herwiha li ser xurtkirina hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê de hevnêrîn bûn.
Di beşeke din a hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, birêz Yann Braem jî amade bû, her du aliyan bi giranî behsa pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û gavên wê yên dawî kirin. Ji bilî vê, rewşa Sûriyeyê û rêkeftina rawestandina şer li Xezayê jî bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.