Nêçîrvan Barzanî: Nenavendî ji bo Sûriyeyê girîng e
Nêçîrvan Barzanî: Nenavendî ji bo Sûriyeyê girîng e
Qanta Ehmed di nivîsekê de ku di kovara Spectator Australia de belav kiriye, ronî xistiye ser paşeroja Sûriyeyê di bin serokatiya nû de û nêrînên Serokê Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de ragihandiye.
Spectator Australia ku guhertoya Awustralyayî ya kovara siyasî û çandî ya Brîtanî ya navdar Spectator e, di Cotmeha 2008an de dest bi xebatên xwe kiriye û ji bilî wergirtina tevahiya naveroka kovara Brîtanî, şîrove û gotarên taybet bi siyaseta Awustralyayê û cîhanê jî belav dike.
Qanta Ehmed amaje bi wê yekê kiriye ku civaka navdewletî, bi taybetî serokên Rojhilata Navîn, bi eleqe û hûrgilî çavdêriya pêşveçûn û karên serokatiya Sûriyeyê ji aliyê Ehmed Şer' ve dikin ku wek îslamîyeke sunnî û cîhadîyeke berê, guhertineke mezin di hevkêşeya siyasî ya herêmê de çêkiriye.
Qanta behsa wê yekê kiriye ku ev guhertin û hevalbendî dê bandorên kûr li ser Iraqê jî hebin. Di vê çarçoveyê de, bi Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê re axiviye.
Nêçîrvan Barzanî ragihandiye: "Ehmed Şer' fersenda dawî ye ji bo Sûriyeyê" û herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku "nenavendiya desthilatdariyê ji bo Sûriyeyê pir girîng e."
Kovarê de dibêje, Serokê Herêma Kurdistanê her dem gotiye, Xirîstiyan, Druz, Êzidî, Elewî, Kurd, Erebên Sunnî yên laîk û hemû aliyên din divê bi tevahî û bêyî cûdahî di Sûriyeya nû de bên temsîlkirin.
Qanta Ehmed amaje bi wê yekê jî kiriye ku li seranserê Iraq û herêmê, Serokê Herêma Kurdistanê wek parêzvanekî tund ê mafên pêkhateyên li Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê naskirin.
Derbarê çarenûsa hêzên çekdar ên wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, Nêçîrvan Barzanî dibêje: "Wan hêzan qurbanîyên zêde dane û nikarin bi sadeyî çekan deynin, cilên leşkerî ji xwe bikin û bi awayekî takekesî tevlî bibin bêyî ku garantiyek ji bo tevlîbûna wan hebe."
Serokê Herêma Kurdistanê ragihandiye, "Dema min Ehmed Şer' dît, min behsa metirsiya berdewam a DAIŞê û girîngiya beşdarbûna me di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de kir."
Roja 11-04-2025 li ser kenarê Foruma Dîplomasî ya Antalyayê li Tirkiyeyê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi Ehmed Şer', Serokkomarê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê re civiya û derbarê rewşa Sûriyeyê de axivîn.
Qanta Ehmed, doktor, nivîskar, lêkolînerê bilind e li Foruma Jinên Serbixwe û endama daîmî ya Council on Foreign Relations (CFR) ye.