Bajareke Amerikayê Piştgiriya Yaneya Zaxoyê dike
Bajarê Amerîkî Moorhead Piştgiriya Yaneya Zaxoyê Dike ji bo Xelata FIFA Fan Award
Bajarê Moorhead ê Amerîkî, ku li eyaleta Minnesota ye û bajarê destexwişk ê rêveberiya xweser a Zaxoyê ye, ragihand ku ew piştgiriyê dide yanyeya Zaxoyê ji bo Xelata Herî Baş a Piştgirên FIFA (FIFA Fan Award).
Di daxuyaniya xwe de, bajarê Moorhead, Zaxoyê wekî "bajarê destexwişka me" bi nav kir û got ku Zaxo ji bo vê xelatê hatiye berbijêrkirin. Herweha, wê girêdana dengdanê ji bo piştgirên Zaxoyê li ser rûpela xwe belav kir û daxwaz ji welatiyan kir ku "Piştgiriyê lê bikin û dengê xwe bidin."
Ev piştgirî di çarçoveya têkiliyên bajarên destexwişk de tê, ku bajarê Moorhead û rêveberiya xweser a Zaxoyê berê peywendiyên xwe yên dostanî xurt kiribûn.
Hêjayî gotinê ye di 02-07-2025 bajarê Zaxo û bajarê Mooreheadê eyaleta Minnesota 'Peymana Dostaniyê' îmze kiribûn.