Erkê Xwe Yê Kurdayetiyê Bicîhbîne Deng Bide Yaneya Zaxo
Banga Piştgiriyê ji bo Yaneya Zaxo: Xelata Temaşevanên FIFA Li Rêya Me Ye!
Zaxo - Kurdistan: Yaneya Zaxo, ku di navbera klûbên futbolê yên cîhanî de wekî namzetê "Xelata Temaşevanên FIFA" yên herî başên cîhanê hatiye destnîşan kirin, bang li hemû welatparêzên Kurd dike ku bi dengdana xwe piştgiriyê bidin wan û erka xwe ya Kurdistanîbûn, Kurdbûn û Kurdayetiyê bicîh bînin.
Ev derfeteke dîrokî ye ku em wekî gelê Kurd, piştgiriya xwe ya neteweyî û yekîtiya xwe ji cîhanê re nîşan bidin. Dengdana ji bo Yaneya Zaxo, ne tenê ji bo klûbeke sporê ye, lê ji bo bilindkirina nav û dengê Kurdistanê li qada navneteweyî ye. Her Kurdek li her derê cîhanê dikare beşdarî vê kampanyaya girîng bibe.
Çawa Deng Bidî?
Ji bo ku hûn dengê xwe bidin Yaneya Zaxo û piştgiriyê bidin vê pêşketinê, divê hûn serdana lînka jêrîn bikin û li wir dengê xwe tomar bikin:
Lînk ji bo dengdanê:
https://www.fifa.com/the-best-fifa.../en/fifa-fan-award
Dengê her kesî xwedî girîngiyek mezin e û dikare cûdahiyekê çêke. Werin em bi hev re vê serkeftinê ji bo Yaneya Zaxo û ji bo tevahiya gelê Kurd bi dest bixin.
Erkê Xwe Yê Kurdayetiyê Bicîhbîne
Deng Bide
Yaneya Zaxo