Nihêniya Masta Hewlêrê
Nihêniya Masta Hewlêrê
Masta Hewlêrê, ji demên berê de, berî ku marka, brand û trend derkevin, navûdeng bûye, navê wî bi bajaran belav bûye û li ser asta Kurdistan û Iraqê jî hatiye naskirin.
Tevî rikeberiya dijwar a masta hawirdekirî û îtxalkirî li bazar û marketan, dîsa jî masta Hewlêrê navûdengê xwe parastiye, geştiyarên derveyî Herêma Kurdistanê, bi taybetî li dû vî masta herêmî yê navxweyî digerin da ku wek diyarî ji bo dost û hezkiriyên xwe bibin.
Xidir Mehmûd (55 salî), ji zarokatiya xwe ve ligel bavê xwe bûye û mast firotiye, dibêje ajeldarên Deşta Qarac û Kendînawê masta herî baş hildiberînin, û nihêniya wî mastî vedigerîne wê yekê ku çêrgeha herêmê pir baş e û tama mastê xweş dike. Herwiha ew dibîne ku piştî Qarac û Kendînawê, masta herêma Mulkiyê ku gundên Şemamik, Quştepe û Beranetiyê dihewîne, di rêza duyem de ye.
Mastfiroşê ku di nav gel de wek Mam Xidir tê nasîn, ji (Gilkend) re qala demsalên herî baş ên salê ji bo hilberîna mast dike, ew bawer dike ku "masta herî baş, masta demsala biharê ye, giyayên curbecur zêde ne, şîrê heywanan bêtir bi tam dibe. Ger nîv saet masta mihan bê kelandin, masteke herî baş jê derdikeve. Lê ger şîrê bizin û çêlek bi wî re bê tevlihevkirin, masteke asteke duyem derdikeve. Qasorê hesinî yê qalindtir çêtir e, ji ber ku sar e, mast tirş nabe, lê dema qasor hatin tenik kirin, ji ber vê yekê me mast xiste sarincê, strî baxe jî germ e, ji bo mast pir xirab e."
Mastê Hewlêrê kiryarên xwe yên taybetî hene, ji bilî wan Erebên ku ji navend û başûrê Iraqê tên Hewlêrê, mast wek diyarî ji bo dost û xizmên xwe dibin. Hinek kes jî bi rêya balafiran masta Hewlêrê wek diyarî dibin welatên Ewropayê.
Di derbarê firotina masta Hewlêrê de jî, Mam Xidir qala berê dike ku bihayê mast bi kom û li gor mezin û biçûkiya sîrê bû, lê niha bi kîlo tê firotin. Roj hene ku li dikanek xwe, 400 kîlo mast difiroşe.
Mastfiroş di salên heftihî yên sedsala borî heta nîvê salên heştihan wek serdema zêrîn a masta Hewlêrê dibîne, lê şer û pevçûnên ku li Iraq û Kurdistanê qewimîn, bandoreke neyînî li ser pîşeya ajelxwedîkirinê kirin û piraniya cotkaran ji gundên xwe hatin koçberkirin an jî ber bi bajêr ve koç kirin, ev jî bandor li ser hilberîna masta resen kir.
Çavkanî: Gilkend