Serok Barzanî Pêşwaziyê li Doktor Reşad Mîran Kir

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Doktor Reşad Mîran Kir

Dec 8, 2025 - 17:08
Serok Barzanî Pêşwaziyê li Doktor Reşad Mîran Kir
Serok Barzanî Pêşwaziyê li Doktor Reşad Mîran Kir

Roja Duşemê, 8ê Kanûna Yekem a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li civaknas û zanyarê navdar ê Kurd Doktor Reşad Mîran kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî hewlên zanistî û akademîk ên Doktor Reşad Mîran bilind nirxand û destxweşî û pîrozbahiyê lê kir ji bo wergirtina Xelata (Pûşkîn) ku di meha borî de ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ve li bajarê Moskowê pê hatibû dayîn.

Di heman hevdîtinê de, Doktor Reşad Mîran, digel spasiyên xwe ji Serok Barzanî re, kurteyek li ser karên xwe yên zanistî pêşkêş kir û çend pirtûkên xwe wekî diyarî pêşkêşî Serok Barzanî kir.