Girê Mirazan: Sirra Kevnar a Maran li Anatolya û Kurdistanê

Girê Mirazan û Efsaneya Şahmaranê: Sirra Kevnar a Maran li Anatolya û Kurdistanê

Sep 21, 2025 - 13:21
Girê Mirazan: Sirra Kevnar a Maran li Anatolya û Kurdistanê
Girê Mirazan

Hewlêr - Kurdistan: Di lêkolînek balkêş de, nivîskar Zaze Mahabadî û Uskê Cîmîk têkiliyek kûr di navbera kevnariya Girê Mirazan (Göbeklitepe) û efsaneya Şahmaranê ya bi hezarsalî de derdixin holê, ku mar wekî motîfek navendî di dîrok û folklora Anatolya û Kurdistanê de destnîşan dikin. Ev her du çavkaniyên Kurdî, balê dikişînin ser girîngiya maran di şaristaniyên kevnar û mîtolojiya herêmî, ku ew ne tenê sembolên zayînê ne, lê di heman demê de yên nemirî û zanînê jî ne.

Girê Mirazan: Perestgeha Maran a Neolîtîk

Girê Mirazan an ku dagirkerên Kurdistanê ku dixwazin wê bi navê (Göbeklitepe) bi nav dikin, navê wê yê rastîn û herêmî wekî Girê Mirazan tê zanîn û wekî "nehemîn mucîzeya dinyayê" tê binavkirin, yek ji sirên herî mezin ên serdema Neolîtîka Kevin e. Li Bakurê Kurdistanê û rojhilata Anatolyayê ye, ev perestgeha kevnar gelek ajalan di nav motîfên xwe de dihewîne, lê yek ji yên herî zêde têne teswîrkirin mar e. Ev teswîra berbelav, Mahabadî û Cîmîk dide destnîşan kirin ku mar di şaristaniyên ku heya niha li Anatolyayê jiyane, wekî Lûwî, Hurrî, Hatî, Mîtanî, Urartû, Kurd û Êzidî, motîfek sereke bûye.

Wekî ku Uskê Cîmîk destnîşan dike, "Mar, sembol û hêmayeke hevpar ya şaristaniyên Mezopotamya û Anatolya ye." Ev girîngiya maran, ji demên herî kevnar ên şaristaniyê ve, di hişmendiya kolektîf a herêmê de cîhek kûr girtiye.

Çavkanî: 1- Zaze Mahabadî https://www.facebook.com/share/p/1AXfSJPgRc/

2 - Uskê Cîmîk https://www.facebook.com/photo?fbid=122152675820835869&set=a.122096225852835869