Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Erdogan civiyan

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Erdogan civiyan

Apr 18, 2026 - 18:11
Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Erdogan civiyan
Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Erdogan civiyan

Êvariya îro şemî 18.04.2026, di berdewamiya bernameya xwe de li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel birêz Recep Tayyip Erdogan, Serokkomarê Tirkiyeyê civiya.

Di civînê de, guftûgoyeke berfireh derbarê bihêzkirina hevkariya Tirkiyeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û li ser guhertinên li herêmê de, danustandina bîr û ramanan kirin. Her du aliyan tekez li ser pabendbûna xwe ya hevbeş ji bo pêşxistina geşepêdanê û parastina ewlehiya li herêmê kirin.

Di mijareke din a hevdîtinê de, tekez li ser berfirehkirina asoyên hevkariya hevbeş di warên cuda de hate kirin û her du aliyan dûpat kirin ku diyalog rêya herî baş e ji bo çareserkirina krîzan û parastina berjewendiyên hevbeş.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Serok Erdogan kir ji bo serkirdayetî û hewlên wî yên berdewam di aramkirina alozî û girjiyan û parastina ewlehî û aramiya herêmê.

Çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijareke din ê civînê bûn.