Li Kurdistanê Rêxistina Qereçiyan Hate Sazkirin

Li Dihokê Rêxistineke Ji Bo Parastina Mafên Qereçiyan Hate Damezrandin

Sep 19, 2025 - 19:31
Li Kurdistanê Rêxistina Qereçiyan Hate Sazkirin
Abid Dihokî serokê rêxistina (Serred) ji bo parastina mafên Qereçan

Dihok - Kurdistan: Rêxistina (Serred) ji bo parastina mafên Qereçiyan, destûra xwe ya kar kirinê ji Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî wergirt û di pêngava yekem de dê baregeha xwe ya sereke li parêzgeha Dihokê veke. Di pêngava duyem de jî dê nivîsgehên xwe li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê û çend welatên Ewropî veke, û serokê wê rêxistinê geşbîn e ku ew ê karibin karên baş encam bidin.

Abid Dihokî, serokê rêxistina (Serred) ji bo parastina mafên Qereçan, di derbarê kar û çalakiyên wê rêxistinê de, ji rojnameya Evro re got: "Serred, anku wekî hinek dibêjin (Bêjing û Serrad) ku navekî çandî ye, ev demek e em sê kes wekî desteya damezrîner a vê rêxistinê, ku yek ji wan jin e, mijûlî danîna vê rêxistinê bûn. Spas ji Xwedê re, me destûra fermî ji Fermangeha Rêxistinên Nehikûmî wergirt û her niha em dixebitin da ku baregeha xwe ya fermî li Dihokê vekin. Dûv re dê nivîsgehên me li çend parêzgehan û hinek welatên Ewropî hebin, û ez geşbîn im ku ew armanc û planên me danîne dê bi ser bikevin, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide van cûre rêxistinan û hemû jî ji bo pêşvebirina asta pêkvejiyanê ye li Herêma Kurdistanê."

Di dawiyê de got: "Li gorî dîtina min, ev cara yekem e ku rêxistineke bi vî rengî li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê tê vekirin. Piştî vekirina baregehê, em ê hewl bidin ku amarên rast ên Qereçan li Herêma Kurdistanê û hemû parêzgehên Iraqê bizanibin ka çend Qereç hene, ji ber ku li gorî amarên nefermî di navbera 70 heta 80 hezar Qereç li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene û li gorî dîtina min ev jimare zêdetir e. Di bernameya me de ye ku em kursên cûrbecûr (rewşenbîrî, werzişî, komputerî, berîkaneyî) ji bo Qereçan vekin. Herwiha, bi rêya sazî û damûdezgehên hikûmetê, em ê hewl bidin ku hejmarek ji Qereçan, yên ku zanîngeh û peymangeh xilas kirine, kar bikin."

Şakir Etrûşî