Konferansa Êzidiyan li Hannoverê Bang Li Yekrêzî û Parastina Nasnameyê Kirin

Konferansa Dîrokî ya Êzidiyan li Hannoverê: Banga Yekrêzî, Rêxistinkirin û Parastina Nasnameyê

Sep 19, 2025 - 15:48
Konferansa Êzidiyan li Hannoverê Bang Li Yekrêzî û Parastina Nasnameyê Kirin
Konferansa Dîrokî ya Êzidiyan li Hannoverê: Banga Yekrêzî, Rêxistinkirin û Parastina Nasnameyê

Hannover - Almanya: Di 13 û 14'ê Îlona 2025'an de, li Hannoverê, Almanya, Konferansa Êzidiyan li Diyasporayê (KED) bi beşdariya nêzîkî 450 kesayetiyên Êzidî û hejmareke mezin ji dostên civakê, bi serkeftî hate lidarxistin. Di bin dirûşmeya "Bi rêya diyalogê - Ji bo xwe ji nû ve amadekirin û sazkirinê" de, ev konferans bû platformek ji bo nîqaşkirina rewşa Êzidiyan li çar aliyên cîhanê, ji Şingalê heta diyasporayê.

Beşdariyên navneteweyî yên asta bilind, wek Cîgirê Serokê Parlemana Almanya Bodo Ramelow û Cîgira Balyozê Azadiya Olî ya Navneteweyî Mariah Mercel, girîngiya vê civînê nîşan dan. Herwiha, pêşangehên hunerî yên Rostem Agala û Qasim el-Şerqî hêmaneke çandî ya berbiçav li konferansê zêde kirin.

Di encamnameya konferansê de, damezrandina Kongreya Êzidiyan a Diyasporayê (KED) wekî saziyeke sereke hate ragihandin, ku 53 endamên wê yên bingehîn hatin hilbijartin. KED, bi zelalî daxuyand ku tu destûr nîne ku stûnên bingehîn ên baweriya Êzidî bên têkbirin an deformekirin, tekezî li ser parastina nasname û baweriya olî kir.

Di nav pêşniyarên sereke de:

Berfirehkirina Meclisa Rûhanî ya Bilind ji bo hemû herêmên Êzidiyan û tevahiya çînên civakî, bi temsîliyeta jinan.

Parastin û xwedîderketina li bawerî, çand û zimanê civaka Êzidî li her deverê.

Rawestandina bazirganiyê li ser pîrozgeh û ziyaretgehên Êzidiyan.

Veqetandina ol ji siyasetê.

Naskirina jenosîda 3'ê Tebaxa 2014'an.

Naskirina Şingalê wekî parêzgeheke îdarî ya serbixwe, û jinûveavakirin û misogerkirina edaletê ji bo deverên wêranbûyî.

Piştgiriya avakirina Pîrozgeha Êzidiyan li Rojava û xebatên ji bo serbestberdana dîlên Êzidî.

Avakirina enstîtuyek an fakulteyek ji bo xwendina teolojiya Êzidiyan li Laliş, Şingal û diyasporayê.

Konferansê herwiha banga wekheviya zayendî û prensîbên tolerans, dadperwerî û hevqebûlkirinê kir. Ev encamname wekî çarçoveyek ji bo xebatên civaka Êzidî yên li diyasporayê û li welêt tê dîtin, ku armanc ew e ku doza Êzidiyan li ser asta navneteweyî bihêztir bike û nasnameya wan biparêze.

Encamnameya Konferansa Ezdiyan li Dîaspora

Hannover/Almanya 13-14. 09.2025

Bi berpirsiyariyek dîrokî û hestkirin bi rola xwe ya wîjdanî û exlaqî ku îlhama xwe ji kûrahiya dîrokeke zêrîn digire û pabendbûn bi yekrêzî û parastina civaka me, Konferansa Êzîdîyan li dîyaspora di 13 û 14ê Îlona 2025an de li Hanover, Almanya, bi dirûşmeya "Bi rêya diyalogê - Jibo Rêorganizekirin u Dezgehkirinê" hate lidarxistin.

Ji her çar alîyên cîhanê nêzîkî 450 kesayetiyên Ezdî, ji îlimdarên dînî, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên di civakê li konferansê amadebûn. Li kêleka wan jî hejmareke mezin ji dostên civaka Ezdî beşdarî vê konferansa dîrokî de kirin. Di nav wan de Bodo Ramelow, Cîgirê Serokê Parlemana Almanya, Mariah Mercel, Cîgira Balyozê Azadiya Olî ya Navneteweyî ji Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Monica Plate seroka Şaredariya Hannover, Saksoniya, rewşenbîrê Sûdanî Dr. Abdullah el-Fakî el-Beşîr, lêkolîner Evîn Ezîz û Anna Norona seroka rêkxirawa alîkariya awarte ji êzidiyan re.

Di çarçoveya konferansê de du pêşangeh hatin lidarxistin: ya yekem ji hêla wênekêş Rostem Agala ve û ya duyem jî ji hêla hunermend Qasim el-Şerqî ve, bi sernavê "Pêlavên Bermayî û Çîrokên Berdewam."

Li konferansê de şeş rûniştinên diyalogê li ser van mijaran hatin pêşkêş kirin:

Êzîdî berî û piştî fermanê; civak, reform û rêxistinkirin; rewşa Êzîdiyên Suriye (Rojava) li hundir û derveyî welat; rewşa Êzîdiyan li Tirkiye û komarên Qefqasyayê; nirxandinek li ser rewşa Şingalê; Êzîdîyên dîyasporaya û dijwarîyên globalîzmê.

Piştî şêwirîna azad, nîqaş û diyaloga demokratîk û li dawiya Konferansê Kongreya Ezdiyan li Dîaspora (KED) hat damezirandin, ji bilî endamên yedek, 53 endamên bingehîn ji bo encumenê hatin helbijartin, her dû sal carekê Endamên KED wê jinuva bên hilbijartin.

Dubara pêwîste em civakê serwext bikin ku ev konferans ne ji bona destêwerdana şengestên dînî û baweriyê hatiye li darxistin, ne niho û ne jî li pêşerojê destûra kesî nîne stûnên bingehîn yên vê bawerîyê têkbibe ango deforme bikê. Mixabin berî konferans bê li darxistin gellek kesan ji serçavkên bê bingeh agahiyên şaş girtibûn, ku guwaye komîteya amdekar bi merema guherîna hed û sedan en konferansê tê li darxistin- Lê encamên vê konferansê ev gote got pûç derxistin.

Bedervanan li gorî naveroka bernameya konferansê, bi rûhê Ezdayetiya pîroz û li ber siya zaniyariyan û pêşhateyên serdema nû nîqaş û diyalog berdewam kirin, bi şêweyek serkeftî û bi berpirsiyarî bersiva fermanan hat dayin.

Li dawiya konferansê û piştî dû rojan ji danûstandinan gellek pêşniyar û rasparde hatin pêşkêş kirin, ku ev encamname li ser wê bingehê hatîya berhevkirin:

Guhertina gotarên devkî û biryarên bê serûber u destpêkirina sistematizekirin und desgehkirin kar li ser bingeha sazumaniyê, destûr û rêziknameyan.

Xebat ji bo berfirehkirina Meclisa Rûhanî ya Bilind a Êzîdiyan, da ku hemû herêmên Ezîdiyan li (Şingal, Sûriye, Tirkiye, Ermenistan û Gurcistan) û hemû çînên civakî di nav xwe de hembêz bike. Divê jin jî bi kêmanî bi yek kursiyê di encumenê de werin temsîlkirin.

Bawerî, çand û zimanê civaka Êzîdî li her devera ku ew lê bin bê parastin û xwedî lêbêderketin. Ev yek pêwîste di charcoveya hemahingiya pergala civak û dewletê ku ew lê jiyan dikin, bê pêkanîn.

Organîzekirin û kordînekirina karsazî, aborî û darayîya Ezdiyan li ser asta cîhanê were kirin.

Pêwîste bazirganî li ser pîrozgeh û ziyaretgehên êzidiyan demeldest were rawestandin. Ev dahat pêdive ku tenê bona berjewendiyên bawerî û civakî Ezdaî werê bikaranîn.

Rasyonalizekirin u demokratizekirina her kar û xebatên civakê li her deverê armanc û hedefa me ye.

Damezrandina KED ê divê bibê bingeha avakirina kongreyeke Ezdiyan li ser asta cîhanê.

Ji bilî Kongreya Ezdiyan a li Diyasporayê (KED)ê, divê encumeneke olî ji bo Ezdiyên li diyasporayê werê avakirin- Pêswîste KED vê erkê deyne ser milê xwe. Ev dezgeh divê serbexwe û bêalî be û tenê karê olî bike.

Encumeneke şêwirmendiyê ji pispor, zanyarên Ezdi û dostên wan pêk were da ku piştgirî û şêwrê bidê KEDê.

şxistina gotareke (diskurs-narativ) yekgirtî ya Ezdiyan li ser bingeha mafên mirovan û zaniyariyê ku civak u bawerîya Ezdaî bi zimanekî zelal û bêguman bidê famkirin.

Navneteweyîkirin (Internasyonalîzekirin) a kêşeya Êzîdiyan dîvê her dem armanca mebê. Kêşeya Ezdiyan bi awayekî mayinde divê di rojeva saziyên navneteweyî û herêmî de bimîne, mîna Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, Parlaman û Konseya Ewropayê û parlamanên neteweyî de cî bigire.

Danustandin u koordinekirine saziyên Ezdiyan ê heyî daku ew mafê siyasî û yasayî li derveyî welêt bi rêya avakirina struktûr misogerbikin u biparêzin.

Wekheviya di navbera jin û mêrda jibo me armanceke stratejike. Tolerans, dadperwerî û hevqebûlkirin prensîbên bingehîn yên civaka me ne. Proseyên niqaşa, temsiliyete u îdarî divê li ser bingeha hevsengparêzî bêna li darxistin.

Divê ol ji siyasetê werê veqetandin.

Destûrnameyeke yasayî û rêziknameyeke bi şêweyê peymannayek (Normenkodex-exleq) navxweyî were damezrandin da ku têkiliyên di nav struktûrê meda bi hesabdayîn û bi şefafiyet bêna organizekirin.

Navendeke belgekirinê û pirtûkxaneyek taybet ava bike da ku nasnameya çandî û olî û kultûrî biparêze û binpêkirinên mafên mirovan tomar bike.

Bi rêya bernameyên perwerdê, spor, rahênan û hêzdarkirinê, pêwiste rola ciwanan bê xurtkirin. Bona berdewamiya vê projeyê misoger bikin û rêberên pêşerojê bên perwerdekirin.

Xebata ji bo naskirin u qebulkirina fermî ya ola Êzîdî li hemû welatên Ewropî, û Dewletên Yekbûyî, Kanada, Awistralya, Tirkiye û Sûriyeyê. Çêtir e ku ew wekî saziyek li jêr qanûna giştî de were damezrandin.

Xebat ji bo naskirina Şingalê wekî parêzgeheke îdarî ya serbixwe, dayîna statûyek taybet ji bo parastina maf û nasnameya Êzîdiyan li herêmê. Destpêkirina jinûvaavakirinê û misogerkirina edaletê ji bo deverên wêranbûyî, bi taybetî Şingalê, û piştgirîkirina vegera bi dilxwazî ​​û ewle ya kesên koçber.

Amadekariya konferansek navneteweyî li ser jinûveavakirina Şingalê û avakirina fona alîkariyê di bin çavdêriya navneteweyî de.

Her destwerdanek biyanî li Şingalê, dê zirarê bide herêmê. Bê şert û merc divê ev bi dawîbê.

Li ser Çiyayê Şingalê divê Biranîngehek bi münasebeta qirkirinê bê avakirinê.

Rewşa Êzîdiyan li Sûriyeyê, bi taybetî li Efrîn û Serêkaniyê, gereke bê başkirin. Em piştgiriyê didin avakirina Pîrozgeha Êzîdiyan li Rojava.

Bikaranîn û xurtkirina bandora pêwîst li ser hikûmeta nû ya Sûriyeyê li ser asta navneteweyî ji bo misogerkirina serbestberdana hemû zarok û jinên Êzîdî yên li Sûriyeyê girtî.

Avakirin û aktîvkirina lijne u komîteyên taybet jibo mîjar u pirsgirêkê spesifik bên avakirin u kesên bîjarte ku ne andamê KEDê binh´jî karin beşdarî xebatê bibin.

Pêwîste li Laleş an Şingalê u heman deme li Diaspora ji bo xwendina teolojiya Êzîdiyan Estitueke ango fakulteyek ava bibe, da ku oldar u zanyarên olê ê jêhatî lê perwerde bibin.

Pîrozgeha me a herî bilin Laliş û perestgehên din li her deverê ku ew lêne, wan biparêzin û bi her awayî kevnariyên wan vegerînin.

Konferans pabend e ku komele û rêxistinên heyî yên li her welatê dîyasporayê ku Êzîdî lê dijîn, piştgirîya wan dike u hevkar dibinê.

Pêwîste em hemî guhertinên demografîk û qirkirênên çandî yên berdewam ku civaka Ezidî hedef digirin, asteng bikin û rawestînin.

Li dijî her cure bêtehamulî û pesindana tundûtûjiyê ku li ser navê civaka me ya olî li ser medyaya civakî tê kirin, tedbîrên bibandor bigirin. Divê dezgehên medyayê yên guncaw werin pêşxistin.

Xebat ji bo naskirina jenosîda ku di 3ê Tebaxa 2014an de ji aliyê Tirkiye û Sûriyeyê ve.

Em vê deklerasyonê wekî çarçoveyek û ji ber vê yekê wekî bingehek ji bo xebata civaka me û hemî avahiyên wê li dîyasporayê û li welêt dibînin.

Kongreya Ezdiyên Dîaspora-KED

Hannover, 14ê Îlona 2025an.

Weşan DRA

19.09.2025