Serok Barzanî bi Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê re Civiya

Serok Barzanî bi Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê re Civiya

Nov 18, 2025 - 20:36
Serok Barzanî bi Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê re Civiya
Serok Barzanî bi Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê re Civiya

Roja Sêşemê, 18ê Mijdara 2025an, li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî bi birêz Ahmed Davudoglu, kesayetî û siyasetmedar û serokwezîrê berê yê Tirkiyê re civiya.

Di civînê de, ku Konsolosê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê, Erman Topçu amade bû, rewşa herêmê û guhertinên dawî û geşedanên siyasî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a civînê de, li ser pengavên pêvajoya çareseriya aştiyê li Tirkiyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Tekezî li ser hemahengî û têkiliyên berdewam di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hat kirin.