Ciwanên Bakûrê Kurdistanê serdana BCF kirin

Ciwanên Bakûrê Kurdistanê serdana BCF kirin

Feb 9, 2026 - 16:30
Feb 9, 2026 - 16:30
Ciwanên Bakûrê Kurdistanê serdana BCF kirin
Ciwanên Bakûrê Kurdistanê serdana BCF kirin

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) pêşwaziyê li şandeke Platforma Ciwanên Serbixwe ya Bakûrê Kurdistanê kir.

Şandeke Platforma Ciwanên Serbixwe ya Bakûrê Kurdistanê, roja Yekşemê, 08/02/2026, serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê kirin û ji aliyê Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve, bi germî hatin pêşwazîkirin.

Armanca şanda mêvan ji vê serdanê, naskirina zêdetir bi kar û çalakî û projeyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bû. Wan spasiya xwe û rûmeta xwe ji bo alîkariyên mirovî yên dezgehê di bîst salên dawî de anîn ziman.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bal kişand ser rola girîng a ciwanan di warê girêdana neteweyî û alîkariya mirovî de, û ji bo şanda mêvan û rêxistina wan serkeftinê xwest.