Serok Barzanî pêşwaziyê li Mistefa Kazimî kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Mistefa Kazimî kir
Roja yekşemê 24ê Gulana 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li kesayetiyê siyasî û Serokwezîrê berê yê Iraqê birêz Mistefa Kazimî kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û geşedan û guhertinên dawî yên herêmê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de ronahî xistin ser rewşa siyasî ya Iraqê û her wiha hemahengiya navbera aliyên siyasî yên Iraqê hate nirxandin.