Serok Barzanî digel Konfederasyona Revenda Kurdistanê civiya û tekezî li ser yekrêziya Kurdan kir.
Serok Barzanî digel Konfederasyona Revenda Kurdistanê civiya û tekezî li ser yekrêziya Kurdan kir.
Îro Serok Barzanî bi amadebûna Serbest Lezgîn Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Parêzgeha Dihokê û Şîfa Barzanî Serpereştyarê Dîska Diyasporayê, li Baregeha Barzanî digel hejmarek ji revenda Kurdistanê li seranserê cîhanê civiya, li Baregeha Mekteba Rêxistinê ya Parêzgeha Dihokê.
Di civînê de Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya Kurdan kir û diyar kir ku şerê azadiya welatiyan tenê bi çek nayê kirin û rol û bandora revenda Kurdistanê ji bo azadiya Kurdistanê gelek girîng e.
Parastina çand û ziman û dab û nêrîtan herweha xwe guncandin, ne bişaftin, di nav wan welatên ku tê de dijîn, gelek girîng û bi nirx e.
Herweha teşwîqkirina ciwanan ji bo kar û xizmet û xwe pêgihandinê û xwendinê, beşekî din ê şîret û amojgariyên Serok Barzanî bûn ji bo amadebûyan.