Li Parîsê Peymaneke Dîrokî Li Ser Keleha Hewlêrê Hate îmzekirin
Keleha Hewlêrê... Ji Bo Pêşxistina Sektora Turîzmê, Peymaneke 10 Milyon Dolarî ligel UNESCOyê Hate îmzekirin

Parîs - Fransa: Bi armanca bihêztirkirina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Rêxistina UNESCOyê di warên perwerde, zanist, çand û cihên dîrokî de, peymanek bi nirxê 10 milyon dolarî di navbera Kompanyaya KAR û Rêxistina UNESCOyê de hate îmzekirin. Ev peyman ji bo nûjenkirina çend xaniyan li ser Keleha Hewlêrê bi mebesta geştyarî ye.
Peyman li paytexta Fransayê, Parîsê, li navenda sereke ya UNESCOyê, bi amadebûna şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyan, hate îmzekirin.
Kompanyaya KAR, ku kompanyayeke sektora taybet e û ji sala 2014an ve ligel UNESCOyê kar dike, ev peyman ji bo çar salan girêdaye. Armanca wê pêşxistina kapasîteyên xwendekaran di warên geştyarî û şûnwarî de ye, herwiha nûjenkirina çend xaniyan da ku ji bo mebestên geştyarî bêne bikaranîn. Ev proje, tê payîn ku ji bo pêşxistina sektora turîzmê ya herêmê roleke girîng bilîze û Keleha Hewlêrê wekî cihêkî dîrokî yê sereke ji bo geştyaran nûjen bike.