Serok Nêçîrvan Barzanî bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya
Berî nîvroya îro Duşemî 04.05.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.
Di civînê de, proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Federal a Iraqê hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de, girîngî li ser pêkanîna hikûmetekê hat dayîn ku bersivê bide kêşeyên vê qonaxê û hêvî û daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê.
Herdu aliyan girîngiya hevkariya di navbera aliyên siyasî de û karê hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt, bi taybetî pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê, dûpat kirin, herwiha girîngî li ser parastina aramî, seqamgîrî û serweriya Iraqê hat danîn.
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê piştgirîya proseya siyasî ya Iraqê dike û hemû hevkariya pêwîst ji bo serkeftina gavên pêkanîna hikûmeta nû ya Federal a Iraqê pêşkêş dike.
Li aliyê xwe, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê, digel ku kêfxweşiya xwe ji serdanê re anîn ziman, helwêst û polîtîkayên Serok Nêçîrvan Barzanî û dîtin û nêrînên wî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û girîngiya hevkariya hevbeş pesinandin.
Bandor û encamên şer û rewşa herêmê li ser Iraqê, mijareke din a civînê bû ku tê de girîngî li ser dûrxistina welêt ji xetereyên pevçûnan û alozîyan hat dayîn.