Serok Nêçîrvan Barzanî Sersaxiyê li birêz Nûrî Osman Kir

Serok Nêçîrvan Barzanî Sersaxiyê li birêz Nûrî Osman Kir

Feb 5, 2026 - 21:27
Feb 5, 2026 - 21:48
Serok Nêçîrvan Barzanî Sersaxiyê li birêz Nûrî Osman Kir
Serok Nêçîrvan Barzanî Sersaxiyê li birêz Nûrî Osman Kir

Êvara pêncşemê, 05.02.2026 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peywendiyeke telefoniyê de bi birêz Nûrî Osman, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê re, ji bo koça dawî ya dayika xwedê jê razî, sersaxiyê li wî û malbata wan a hêja kir.

Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê ligel derbirîna hevxemî û hevsoziyê, herwiha hêvî xwest ku Xwedayê mezin giyanê xwedê jê razî bi dilovaniya xwe şad bike û aramî û hedarê bide hemûyan. Ji aliyê xwe rêzdar Nûrî Osman jî, spasî û rûmeta xwe û malbata xwe ji bo beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî di xem û şîna wan de anî ziman.